Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê dezenfekteyê didome

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karê dezenfekteyê yê li dijî vîrûsa koronayê dewam dike û ji bo gel tevdîr tên girtin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li belavbûna şewba vîrûsa koronayê bê girtin, doh derketina derve hatibû qedexekirin.

Meclîsa Tenduristiyê jî gel têkildarî vîrûsa koronayê hişyar kir.

Ji bo şewb li herêmê belav nebe, park, dibistan, saziyên sivîl, pîşesazî û kafe hatin girtin.

Hêzên Parastina Civakî ji bo civakê ji şewbê biparêzin li dewriyeyê digerin û biryaran didin pêkanîn.

JI KOLANAN HETA AVAHIYAN PAQIJÎ TÊ KIRIN

Kolan hemû her roj bi rêk û pêk tên şuştin. Xebatkarên li saziyên paqijî û xizmetê kar dikin, kolanan bi rêk û pêk dezenfekte dikin.

Kolan û avahî li dijî vîrûsê tên dermankirin.

Ji bo gel ji ber qedexeyê mexdûr nebe, karê xizmetê jî zêde bû.

Wekî din, li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê 9 navendên tenduristiyê yên lezgîn hatin amadekirin û xeta telefonê hate vekirin ku 24 saetn mirovên dixwazin karibin xwe bigihînin.