Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 21 kesên din bi vîrûsê ketin

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku di nava 24 saetên dawî de 21 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Bi vî rengî hejmara nexweşan bû 840 kes.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî vîrûsa koronayê, di nava 24 saetên dawî de 21 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Ji ber vîrûsê di 24 saetên dawî de kesekî jiyana xwe ji dest neda.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 840 kes bi vîrûsê ketine, 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 282 kes jî baş bûn.