Li Amûdê li dijî dagirkerî û xiyanetê meş

Li Amûdê bi sedan kes bi şiara “Em ê bi vîna gerîla û gel dagirkerî û xiyanetê têk bibin“ meşiyan.

Bi sedan şênî û endamên saziyên jinan û yên sivîl ên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê xwepêşdan kirin û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji gelê xwe re, her wiha bêdengiya navneteweyî li dijî binpêkirinên hovane yên li dijî gelên herêmê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad a li navçeyê dest pê kir. Xwepêşanderan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD, Kongra Star û pankartên bi nivîsên “Xiyanet û çetetî heman tişt in û her du jî ji dagirkeriyê xirabtir in” , “Şoreşa Rojava wê li dijî hemû sembolên xiyanetê bi ser bikeve” û “Bi îradeya gelan em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” bilind kirin.

Li Qada Şehîd Cîhad xwepêşandan veguherî mitîngê û endama Kongra Star a Amûdê Minewer Xalid axivî û bal kişand ser xiyaneta li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên domdar ên dagirkeriya Tirk li dijî pêkhateyên herêmê û wiha got: “Dagirkeriya Tirk, bê navber bi hevkariya PDK`ê êrîşên derexlaqî li ser çiyayên Kurdistanê pêk tîne. Ji ber ku nikarîbûn bigihîjin armanca xwe, berê xwedan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi hedefgirtina welatiyan kirin. Li dijî vê rewşê civaka herêmî û navneteweyî dengê xwe nekir.“

Têkildarî qetilkirina Jîna Emînî (22) ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê, Minewer got: “Dijmin ji rêxistinbûna jinan ditirse. Jin jiyan e.”

Mîtîng bi dirûşmeyên li dijî dagirkerî û xiyanetê bi dawî bû.