Li Amûdê dewleta Tirk û PDK hatin şermezarkirin

Li navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin.

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê daketin qadan û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir, ku amadekariyên pêkanîna êrişeke berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê. Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tev li bûn xwepêşandanê bûn.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û got ev xwepêşandan, berdewama meşa azadî û berxwedana li hember siyasetên qirkirin û xiyanetê û berdewama têkoşîna gelên herêmê ji bo azadî û demokrasiyê ye.

Yûnis di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne da ku destkeftiyên wan têk bibe û wiha domand: “Dewleta Tirk hebûna kurdan li ser xwe xeter dibîne. Ji ber wê siyasetên qirkirinê bi awayekî domdar li dijî wan dimeşîne.”

Yûnis îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişkirina herêmê kir û got: “Ew armanc dike qada dagirkeriya xwe firehtir bike û vîna gelê me têk bibe. Ji ber wê bi hevkariya PDK`ê û hikumeta Iraqê planên xwe pêk tîne.”

Yûnis daxuyand ku têkilî di navbera êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, lêkirina dîwarê navbera Rojava û Şengalê û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd ferz kiriye de heye û got: “Dewleta Tirk a dagirker ev êriş hemû plan kiriye.”

Telat Yûnis bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê û xiyanetê bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK ciwanên Rojava di nava refên çeteyên Roj de bi cih kirine û wan di êrişên li dijî birayên wan yên li dijî çiyayên Kurdistanê de bi kar tîne. Divê ew baldar bin û ji vê planê dûr kevin.”

Di dawiyê de Telat Yûnis bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan bike û got: “Em ê dev ji doza xwe bernadin. Dem dema yekitî û hevgirtinê ye da ku destkeftiyên Kurdistanê û gelê wê biparêzin. Em ji yekitiyê û hevgirtinê re vekirî ne.”