Li Şehbayê 15 êrîşkar hatin kuştin
Li herêma Şehbayê di şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dagirkerên Tirk de 15 êrîşkar hatin kuştin.
Li herêma Şehbayê di şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dagirkerên Tirk de 15 êrîşkar hatin kuştin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet 01:30'î hewl dan derbasî gundê Til Cîcan ê Kantona Şehbayê bibin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiveke tund da vê êrîşê û şer derket.
Di vî şerî de 15 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, derb li wesayiteke doçka li ser a çeteyan hate xistin û çete neçar man ji herêmê birevin.