Leşkerên Tirk şivanê 70 salî birîndar kirin, pezê wî dizîn

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê şivanekî 70 salî bi giranî birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê Hisên Ferec ê 70 salî dema ku pezê xwe diçêrand bû hedefa êrişa leşkerên Tirk.

Şivan bi giranî birîndar bûn û dagirkeran pezê Ferec dizîn. Ferec rakirin nexweşxaneya El Zehra ya li herêmê.