Leşkerên Tirk li Serêkaniyê sivîlek birîndar kirin
Artêşa Tirk li Serêkaniyê dîsa êrîş kir. Bi êrîşê sivîlek birîndar bû.
Artêşa Tirk li Serêkaniyê dîsa êrîş kir. Bi êrîşê sivîlek birîndar bû.
Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor vê sibehê gule li taxa Mihete ya Serêkaniyê reşand. Di êrîşê de sivîlekî bi navê Ehmed Fewaz Bercez (35) birîndar bû.
Diyar bû ku Berzec rakirina Nexweşxaneya Roj û rewşa wî baş e.
Artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên ser sînorê Serêkaniyê heta niha bi dehan sivîl kuştin.