Kurd li Rûsya û Fransayê ji bo Efrînê di nav hewldanan de ne
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li Rûsya û Fransayê tên protestokirin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li Rûsya û Fransayê tên protestokirin.
Konseya Ewrûpayê jî ji ber hewldana heyeta HDP’ê ew ê Efrînê têxe rojeva xwe.
ADIGEY
Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigeyê ya Rûsyayê dijîn operasyona dagirker a dewleta Tirk a li dijî Efrînê hate protestokirin. Kurdistanî li pêşiya Navenda Çandî ya Kurd hatin ba hev û alayên YPG û YPJ’ê li ba kirin û slogana ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ berz kirin.
Endamê KNK’ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn li vir axivî û got, “Kurd li hemberî êrîşan li Rojava xwe bi rê ve birin. Ji serî ve Tirkiyeyê nexwest Kurd li Rojava bibin xwedî maf û piştgiriya komên terorîst kir û li Rojava kesên sîvîl qetil kir. Em van êrîş û qetlîaman şermezar dikin.”
TAMBOV
Êrîşên li dijî Efrînê li Tambovê bi civînekê hate protestokirin. Nûnerên saziyên Kurdan û rûspiyên civakê beşdar bûn.
Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê Cemal Şamoyan li vir axivî û got, “Tirkiye bi piştgiriya dewletên navneteweyî êrîşî Kurdan dike û dixwaze Kurdan îmha bike. Berxwedana Efrînê ew ê van polîtîkayên înkar û îmhayê pûç bike.”
ÇELYABÎNSK
Kurdistanî li Navenda Çandê ya Kurd a Çelyabînskê hatin ba hev û xwedî li Efrînê derketin.
Endamê KNK’ê yê Rûsyayê Sefîn Azad li vê derê axivî û got, “Em piştgiriya berxwedana gelê xwe dikin û hemû hêzên nêzî Tirkiyeyê şermezar û lanet dikin.”
STRASBOÛRG
Kurdên ku li Strasboûrga Fransayê dijîn ji serê sibehê ve li pêşiya Konseya Ewrûpayê kom bûn.
Parlementerên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Fîlîz Kerestecîoglû, Ertûgrûl Kurkçu û Feleknas Ûca ew ê tevlî rûniştinên zivistanê yên Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê bibin. Ji ber hewldana heyeta HDP’ê ew ê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê Efrînê têxe rojeva xwe.