Kurd li Elmanya, Avûstralya û Japonyayê daketin qadan
Li Elmanya, Avûstralya û Japonyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.
Li Elmanya, Avûstralya û Japonyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku ew ê Efrîn bibe gora AKP’ê.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hewldana dagirkirina Efrînê hate hate protestokirin. Nêzî 500 kes li rêya herî qelebalix a bajêr, li Konîgstrê hatin ba hev û xwedî li Efrînê derketin.
Ji xeynî Kurdistaniyan, Elman jî beşdarî çalakiyê bûn û nûnerên MLKP û Tevgera Hezîranê jî axivîn.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrneyê yê Avûstralyayê bi pêşengiya NAV-KURD’ê ya Vîctoriayê û bi piştgiriya Avûstralyayiyên ji bo Kurdistanê, ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Çalakî li pêşiya sefaretxaneya Tirkiyeyê hate lidarxistin. Senatorê Partiya Keskan Janet Rîce, Sekreterê Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî Collîn Long û li ser navê Partiya Sosyalîst jî Sûe Bolton beşdar bûn.
TOKYO
Li bajarê Tokyoyê yê Japonyayê Kurd li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev û êrîşên li dijî Efrînê protestokirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku, ‘AKP a ku li Kobanê têk çû, ew ê Efrîn bibe gora wê.’