Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê: Em li dijî zilmê bibin yek
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir. Di kongreyê de li dijî zilm û dagirkeriyê peyamên ji bo yekîtiyê hate dayin.
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir. Di kongreyê de li dijî zilm û dagirkeriyê peyamên ji bo yekîtiyê hate dayin.
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin" li Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Kesayetên oldar û siyasetmedar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, hevserokêb Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Telat Yunis, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm û nûnerên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê di kongreyê de amade ne.
Di kongreyê de wê gelek peyamên dîtbarî werin dayîn ku di nav de yên Komîteya Ol û Civakê ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK), patrîk Mor Ignatius Joseph ê Sêyemîn yê Yewnan, patrîkê Suryanên katolîk ên Antakyayê, gerînendeyê Ewqafê ya El-Ezher El-Şerîf, şêxê ola êzidî û serokê Meclisa Ruhanî ya Laleşa Nuranî Baba Şêx Elî û bi navê zerdeştiyan nûnerê zerdeşt ê Rojava El-Aserwan Îsam Sebrî Mihemed hene.
Îro wê 2 mijar di kongreyê de werin nîqaşkirin; "Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn çi astengî li pêşiyê hene" û "Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan çi ne?"
Di roja duyemîn a kongreyê de, wê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Her wiha wê serokê Komxebata Diyalogê ya Cîhanê û serokê Kongreya Edalet û Aştiyê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rifaî û metranê Suryanên ortodoks Mar Eustatios Matta Rohm biaxivin.
'NIRXÊN GELAN HATIN PARASTIN'
Di kongreyê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer axivî û got: “Bi saya fedakariyên mezin ên şehîdan, bi hezaran êzidî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirx û rêgezên hemû pêkhateyan hatin parastin.”
Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk a dagirker aloziyên li Sûriyê û herêmê bi kar anîn, ji ber wê destwerdana Sûriyê, Iraq, Lîbya û Misirê kir. Ji destpêka şoreşa Rojava ve, êrişî herêmê û pêkhateyên wê dike. Destek da êrişên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê. Piştî tunekirina DAIŞ`ê, bi xwe tevî komên radîkal û terorîst destwerdan kir û gelek sûc li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê pêk anîn û demografiya wan herêman guherand ku di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê koçber bûn.”
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku dewleta Tirk dijminahiya hemû pêkhateyên herêmê dike û Kurdan, xiristiyanan û Ereban dike hedef. Omer piştrast kir ku ew hewl didin Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.
'JI BO NIRXÊN HEVPAR EM BIBIN YEK'
Her wiha hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Mihemed El-Xerzanî axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. El-Xerzanî îşaret pê kir ku ji bo biserxistina nirxên hevbeş divê hemû pêkhate, ol, bawerî û netewe bibin yek.
Mihemed El-Xerzanî wiha domand: "Em bi saziyan re hevkar in û armancên vê kongreyê jî ew e ku hemû cureyên zilmê yên li dijî nîjad, ol, bawerî û civakan bi dawî bike."
Endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yusif jî bal kişand ser çawaniya derbaskirina aloziyan û wiha dewam kir: "Li herêmên me aloziyên siyasî, aborî û civakî re hene, divê em ji bo analîzkirina sedemên derketina van aloziyan li dîrokê vegerin da ku roja xwe ya îro nas bikin û pêşeroja xwe diyar bikin."
Her wiha diyar kir ku ji bo ku ev alozî werin çareserkirin, divê divê ol bi rola xwe rabin û divê dîroka olan baş were analîzkirin û li gorî vê serdemê were şîrovekirin.
PEYAMA KCK'Ê
Paşê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan peyama Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) xwend.
Peyam wiha ye:
"Destpêkê em hemû kes û aliyên ev kongre li dar xistiye, silav dikin. Em hêvî dikin ku ev kongre bibe bingehek ku lewaziya diyalogên di navbera ol û baweriyan de ji holê rake. Her wiha hûn bikarin pîroziyên xelkê û baweriyên wan ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve têne bikaranîn, rizgar bikin.
Hemû ol û pêxember li dijî desthilatê derketin. Li rex feqîr, hejar, bindest û koleyan, li dijî zilmê sekinîn. Di dirêjahiya dîroka kevnar a Rojhilata Navîn de, kahîntî wek hêzeke manewî derket û hêza xwe ya civakî ji vir girt. Ji ber wê yekê kahîntî di fikrên xelkê Rojhilata Navîn de cih girt ku berztirîn astên exlaqê ye. Bê guman taybetmendiya hevbeş di navbera hemû ol û baweriyan de exlaq e. Di hemû ol û baweriyan de derew, kuştina mirovan, dizî, fesadî û zilm reftariyên çewt û ne baş in. Edalet, wekhevî, alîkariya nexweşan, belengazan û bindestan di hemû baweriyan de şertê îmanê ne. Ev tê wê wateyê ku ruxmî cudahiya di navbera ol û baweriyan de, lê nirxên wan ên exlaqî yek in. Xala ku hemû ol û bawerî li ser li hev dikin; avakirina kesayet û civakeke xwedî wijdan û exlaq e. Di vê çarçoveyê de û ji ber ku armanca hemû olan yek e, divê em pirrengiya ol û baweriyan nekin mijara nakokiyan.
Ji ber ku ev pirsgirêk xwedî dûrahî û xetereyên mezin in, erka sekna li hember wê, erkeke hevbeş a hemû ol û baweriyên li cîhanê ye. Divê civakek biwijdan û xwedî exlaq were avakirin. Ev erka bingehîn e ku divê em wê li hember civakê pêk bînin. Ev erk di hemû ol û baweriyan de erkek e ku divê pêk were. Divê em cudahî û pirrengiya hev qebûl bikin. Nehêlin ol û bawerî bibin sedema nakokî û şeran. Divê em bi hev re rola sereke ya hemû ol û baweriyan aktîf bikin û hezkirin, aştî û biratiyê di navbera gelan de bi pêş bixin. Divê em ji bîr nekin ku ol û baweriyên li ser rûyê erdê, xwedî heman armancê ne. Divê di vê çarçoveyê de eniyeke hevbeş were avakirin."