Kongreya MSD'ê dest pê kir

3. Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Tebqayê yê Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Kongreya 3. a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Akademiya Jinê ya li taxa Eewl a Tebqayê pêk tê. Hevserokên MSD'ê Îlham Ehmed û Riyad Derar, 270 delege, heyetên ji Ewropa û Misrê û mêvanên ji gelek bajarên din ên Sûriyeyê pêk tê. Kongreyê bi dirûşma "Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî ve" dest pê kir.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec axivî. El-Ferec got, "Ji hemû herêmên rizgarkirî yên Sûriyeyê, em bi xêrhatina we li Tabqa ya rizgarkirî dikin. Bajarê Tebqayê bi destê hêzên QSD'ê hate rizgarkirin û niha bûye wargeha hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Em dikarin bêjin ku serketinên hatine bidestxistin bi saya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pêk hatine. Kongreya MSD'ê îro li bajarê Tebqayê ku li qiraxa çemê Firatê ye tê lidarxistin. Di vê atmosfera demokratîk de em îro soza xwe dubare dikin ku em ê karê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk xurt bikin. Di serî de rizgarkirina herêmên hatine dagirkirin û bi taybet Efrînê."

Kongre bi axaftina Hevserokên MSD'ê Riya Derar û Îlham Ehmed dewam dike.