Kongreya 3’emîn a MSD’ê dewam dike

Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a 3’emîn li Tebqa dewam dike. 270 delege û gelek mêhvan di kongreyê de amade bûn.

Piştî xwedina rapora salekê ya xebatê ya di Kongreya 3’emîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a saetên sibê de destpê kir û şûnde, xebat hatin nirxandin. Ji bo xebatên xizmetguzariyê yên rojhilat û bakurê Sûriyeyê pêşniyara koordînasyonek a hevpar bê avakirin û ev koordînasyon ji aliyê MSD’ê û QSD’ê ve bê bi rê ve birin.

Têkildarî avakirina koordînasyona hevpar ku bê avakirin ev pêşniyar hatin kirin: "Rêveberiya Xweser bi erêkirina hemû pêkhate û partiyên herêmê ji bo dagirtina valahiya di rêveberî û ewlehiyê de hate avakirin. Rêveberiyê dikare ewlehiya herêmê ji êrîşên hêzên tarî yên Cebet El-Nusra, çeteyê DAIŞ'ê û carnan jî jî yên hêzên rêjîmê biparêze û bi derfetên heyî jî pergala xweparastinê pêş xist. Rizgarkirina Kobanê destpêka şikandina terorê bû, paşê jî QSD'ê hate avakirin û gelek herêm mîna Şedadê, Girê Spî, Minbic, Reqa û Dêra Zor a bakurê Çemê Firatê rizgar kirin.

Piştî rizgarkirinê, MSD'ê meclîs û rêveberên herêmî ava kirin. Meclîs erka rêxistinkirin û xizmeta welatiyan girt ser xwe. Li rexmî ku ev herêmê ji hev dûr in jî, lê bi hev re bûne alîkar û desteka madî û manewî dane hev û li hemberî her cûreyên terorê şer kirin. Her wiha heta astekî jî dikarî zihniyeta paşverû bide guhertin û çanda ku dikete xizmeta siyastê guhert û bixe xizmeta civakê. Li gorî tecrûbyên ku rêveberiyan jiyan kirin, derket holê ku aktora koordînekirina kar di navbera hemû rêveberan de lewaz bû û ev jî di gelek aliyan de bandoreke li ser jiyana welatiyan dikir.

Ji ber ferqa demê ya avakirina rêveberiyên herêman, pirsgirêk di aliyên rêxistinî de derketin ku di gelek aliyan de bandor li ser jiyana welatiyan kirin. Wekî cudahiya buhayê madeyên sotemeniyê, enerjiya eleketrîkê û hwd. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hevseniyê di navbera rêveberiyan de, pêwîst bi avakirina komîteyên taybet di her aliyan de heye. Koordîne wê li ser rêveberiyan bisekine û di her rêveberiyan de yek destûrî deyne. Her wiha di navbera meclîsên dadê de mekanîzmeyekê ava bike û koordîneyekê çêbike.

Piştî nîqaşên me yên bi rêveberiyên xweser û yên sivîl ên herêman me dît ku pêwîste ji bo koordînekirina xebatên xizmetguzarî yên di navbera herêman de were dayîn gav were avêtin û mekanîzmeya rêveberî ku di navbera herêman de koordîneyê çêbike were avakirin. Di vê çarçoveyê de, nûnerên hemû rêveberiyan de beşdarî danîne mekanîzemyê bibim. Komîteya amadekar jî wê pêşnûmeya şeklî têkiliyên di navbera MSD`ê û komîteyên koordînekirinê dene. QSD`ê li gorî rêziknameya ku têkiliyan bi rêxistin dike bi rola parastina ewlehiya herêmên van rêveberiyan rabe, ev rêzikname jî wê ji aliyê meclîsa giştî ya komîteyên koorîneyê ve were erêkirin."

Li gorî komîteya Amadekar ya kongre wê rêzikanemya meclîsê were xwendin û li ser bendên wê nîqaş werin kirin. Her wiha hevserokên nû werin hilbijartin.