'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî konferanseke dîrokî ye'
Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku di demeke wiha de lidarxistina konferanseke bi vî rengî dîrokî ye û girîng e.
Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku di demeke wiha de lidarxistina konferanseke bi vî rengî dîrokî ye û girîng e.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 400 kes ji nûner û kesayetên ji rêxistin û partîyên Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, Kurdên herêmên Sûriyeyê weke Bab, Ezaz, Heleb, Şam, Hema, rêxistinên jin û ciwanan, serokeşîran, ji Bakurê Kurdistanê şandeya DEM Partî û nûnerên rêxistin û partiyan ji Başûrê Kurdistanê li hola Parka Azadî ya li Qamişloyê hate lidarxistin. Beşdarvanên konferansê nêrînên xwe ji ANF'ê re anîn ziman.
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad konferans li gelê Kurd pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev Konferans weke xebatekî dîrokî ku di qonaxeke dîrokî de ye, serkeftina vê xebatê wê tekez bandora xwe li ser hemû aliyên Kurdistanê bike. Ji ber em hemû dizanin ku mijara yekîtiya netewî bi salane di rojeva gelê me de ye û derbarê wê de xebatên berfireh hatin meşandin. Di vê qonaxa ku gelê me tê de derbas dibe û guhertinên mezin li Sûriyeyê rûdan wê yekîtiya hêzên Kurd wê ji bo daxwazên gelê me bibe bersiv. Pêwîstiya gelê me bi yekrêziyekê hebû ku bi wê awayî beşdarî cem Rêverberiya Sûriyeya nû bibin da ku bikaribin mafê gelê Kurd di her alî de misoger bikin. Ev konferans dibe şanaziyek ji bo gelê Kurd."
Zeyneb Murad di nav axaftina xwe de anî ziman ku gelê me li çar parçeyên Kurdistanê di qonaxeke hesas re derbas dibe û wiha got: "Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê di qonaxake hesas re derbas dibe, ji bo wê ev konferans wê ji bo çar parçeyên Kurdistanê û pêvajoyê bibe destkeftiyeke mezin."
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî ev tişt anî ziman: "Beşdarbûna jinê di konferanseke wiha de gelek bi wate ye. Tevlîbûn û derxistina rengê jinê û pêşengtiya wê di konferansê de ji bo dibe mala dîrokê. Ji ber ku di 14 salên şoreşa jinê de jinan pêşengtî kirî her wiha di yekrêziya Kurdî de ev pêşengtî kiriye û konferansa jinên kurd hate li darxistin. Her wiha di vir de mafên jin û ciwanan weke mafeke sereke ye da ku jin jî bikaribin di pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Ev roj weke rojeke normal nayê dîtin. Ji ber cara yekem e konferansek bi vî awayî tê li darxistin. ji bo wê jî ev konferans dîrokî tê dîtin û gelekî girîng e."