Komploya navneteweyî li Şehbayê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

Malbatên Şehîdan ên herêma Efrînê, li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Şehbayê meşeke girseyî pêk anîn.

Di salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li navçeya Ehrezê ya herêma Şehbayê meşeke girseyî pêk hat.

Şêniyên Efrînê tevî endamên sazî û meclîsên herêmê bi vê armancê li navçeya Ehrezê li hev kom bûn û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ve meşiyan.

Di meşê de ku bi pêşengiya Malbatên Şehîdan pêk hat, dirûşma "Sala 22'an a têkoşîna dijî komployê wê bibe sala serketin û azadiya gelan" hate qîrîn û wêneyên Ocalan hatin hildan.

Piştre li goristana şehîdan deqeyek rêz hate girtin û bi zimanên Kurdî û Erebî endamên Saziya Malbatên Şehîdan Zekiye Îsmaîl û Avdar Elo daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku armanca komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji bo qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên li Kurdistanê bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xwestin di kesayetiya Rêber Apo de fikir û ramanên azad bikin hedef û komkujiyan li dijî gelên serhildên pêk bînin."

Di daxuyaniyê de rola dewletên modernîteya kapîtalîst a di komployê de hate bibîrxistin û biryardariya têkoşîna li dijî komployê hate destnîşankirin.