‘Jinên Rojavayî bi 15’ê Tebaxê re ji nû ve jidayik bûn’

‘’Têkoşîn û rihê parastina rewa ku 15’ê Tebaxê ava kir, herî pir bandor li me jinên Rojava kir, em bi pêş ve birin. Em ê Rêbertî û Efrînê azad bikin.’’

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1979’an di ser Kobanê re çûyî Sûriyê û Lûbnanê civak û jinên Rojava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kirin, 1980’yî bi gelemperî ber bi Akademiya Mahsûm Korkmaz ve herikîn.

Bi taybetî bi Pêngava 15’ê Tebaxê re civak û jinên Rojava zarokên xwe zêdetir tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd kirin û îro bi rengê ku xwediyê têkoşînê bin û hêzeke sereke bin 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin.

Jinên Rojava ku li gel xwe û zarokên xwe tevlî têkoşînê bûne, bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê, ya ji bo wan.

 ‘CIWANÊN ROJAVAYÎ BÛNE EGÎD’

Hanîfe Hesen ku di Saziya Malbatên Şehîdan de Nûnertiya Kongra Starê dike, kurekî xwe, bira û kurapekî xwe di refên PKK’ê de şehîd daye. Hesen dibêje ew bi malbatî 1980’î Têkoşîna Azadiya Kurd nas dikin û didomîne: ‘’1981’ê kurapê min partîyî bû û li Tirkiyê dewlet lê digeriya. Lê nekarîn ku bigirin. Derbasî qada Serokatî bû. 1987’an li Mêrdînê şehîd bû. Cembelîn (Şêxmûs) birayê min li Rimelanê, muhendisê mekîneyan bû û 1991’ê tevlî nav PKK’ê bû û bû gerîla. 198’an li Şaxê ya Wanê şehîd bû. Kurê min Leheng jî soz da xalê xwe û 1992’yan tevlî nav gerîla bû, 1994’an li Heftanînê şehîd bû.

Apoyî hê dest pê bike rihekî wiha bi me re çêkiribûn ku me bi coşiyeke mezin zarok, birayên xwe dişandin çiyê. Bi eşqeke mezin, bi kêfekê, bi zîlandin, wêneyan weke ku em wn bişînin dawetan me ew dişandin. Me dizanîbû ku çûyin heye û veger tine.

Cara pêşî dema ku me 15’ê Tebaxê bihîstî her kes kelecanî bû. Hin mezinên me digirîn. Em ji Bakur bûn ku piştî serhildanan em neçar mabûn koç bikİn. Mezinên me digotin, ‘’Şikir ji xwedê re, Apoyî wê heya mezlûmên di serhildanan de bistînin’’. Piştre navê Egîd berbelav bû li Rojava. Zarokên me ji bo ku bibin Egîd ji her demê zêdetir bi coşî berê xwe dane çiyan.’’

 ‘15’Ê TEBAXÊ RASTIYA JINÊ AVA KIR’

Zubeyde Elî k udi rêveberiya Kantona Qamişlo ya HPC-Jin de ye got, ‘’15’ê Tebaxê çawa ku ji bo Kurdan roja vejînê be, ji bo hemû jinên Kurd jî wiha bû. Berê ji bo pîrozbaniya 15’ê Tebaxê em diçûne Lubnanê, li wir bi Rêbertî re me 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Girîniya Pêngava 15’ê Tebaxê dihate gotin û her wiha têkoşîn wê çawa geş bibe. Dîsa li Qamişlo,li Girbavî û Qirayê li gel hemû zextên rejîmê jî me 15’ê Tebaxê pîroz dikir.

Bi pêngava 15’ê Tebaxê re têkoşîna gerîla çêbû û gerîla çêbûn. Me Kurdan got êdî çi dibe bila bibe pişta me nema digihe erdê.  Li Rojava bi dehan ciwan û jin tevlî nav gerîla bûn. Xwîşkeke min jî di pîrozbahiyeke 15’ê Tebaxê de tevlî nav partiyê bû. Ez pê pir şanaz bûbûm. Ez bi jinbûna xwe ji bo têkoşînê pir xebitîm.

Şoreşa me dema ku dest pê kirî, bi ilhama ji gerîlayên YPG-YPJ’ê dest pê kir. ARGK’ya Kurdan hebû, piştre HPG, YJA-Star. Piştre li Rojava me ji YPG-YPJ’ê îlham girt. Ez jî ji destpêka şoreşê ve di nav xebatên xweparastinê de bûm. Pêşî li Qamişl bi 4 kesan me dest pê kir. Niha em 476 hevalên jin vê peywira xweparastinê dikin. Tohvê parastina rewa ku 15’ê Tebaxê hatî avêtin, îro li Rojava rastiyeke jinê ya wiha ava kir ku li dijî zilamên herî hov ên cîhanê dikarin parastina xwe bikin û wan têk bibin.’’

 ‘WEKE KU EM NÛ ÇÊBÛBÛN..’

Hanîfe Hesen dibêje ew pîrozkirina cara pêşî ya 15’ê Tebaxê qet ji bîr nake û li gel hemû zextên rejîmê jî wan 15’ê Tebaxê pîroz dikir, ‘’Coşiyeke çawa bû nikarim bibêjim. Hemû hîsên me rabûne ser piyan. Me ji kûr ve Kurdbûn hîs dikir. Hîsên me yên netewî zîl didan. Weke ku em nû ji diya xwe çêbûbûn.’’

Hesen got Pêngava 15’ê Tebaxê ji wan wan vejîneke nû bû û domand:

 ‘Em niha şer dikin û şehîd dibin. Lê em dizanin ku em ji bo xwe tiştinan dikin. Lê ev 3 sal in qet haya me ji rêbertî tine. Afirînerê me Kurdan Rêbertî ye. Heke tiştek bi Rêbertî were, bi sedan sal jî derbas bibin, em ê bibin gilokek ji êgir û dinayê bişewitînin. Em ê ti caran ji rêya Rêbertî veneqetin. Wî fikrê me çekin û em vejandin û ev jiyan bexşî me kiriye. Ez jineke Kurd û dayika şehîdan, 15’ê Tebaxê li Rêbertiya me, li şehîdan, gerîla û gel pîroz dikim. Ez fermandar Egîd ku guleya pêşî avêtî bi hurmet bi bîr tînim. Bi rihê 15’ê Tebaxê di dema pêş de ji bo azadiya Rêbertiya me, xwe û welat em ê zêdetir têbikoşin.’’

 ‘EM Ê RÊBERTÎ Û EFRÎNÊ AZAD BIKIN’

Zubeyde Elî jî got, ‘’Dema ku dijminê me dewleta Tirk dît ku têkoşîna me ya ku 15’ê Tebaxê dest pê kirî li hemû parçeyan belav bû, ne tenê bû têkoşîna çekdarî û jiyan ava kirî, zêdetir êrîş anî. Îsal tevgera dagirker anîn ser Efrînê. Mirovên me kuştin lê YPG-YPJ’ê berwedaniyeke mezin kir. Ji ber ku 15’ê Tebaxê ya ku bi keda Rêbertî pêk hatî bûye rihê têkoşîn û berxwedanê. Di rih de em bi ser ketin berdêla wê çi dibe bila bibe wê azadiya me jî bîne. Em ê Efrînê azad bikin.’’

Elî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got ew pir bihêrs in û jiyana bi Rêbertî ti caran qebûl nekin, azadiya wî mîna azadiya xwe dibînni.

Elî her wiha bang li hemû nasnameyên etnîk ên li Rojava, bang li jinên Ereb, Sûryan, Çerkez, Ermen, Kurd, Tirkmen û Asûrî kir, got em bibin yek yek Ocalan azad bikin.