Jinên ciwan ji bo piştevaniya serhildana Rojhilatê Kurdistanê mîtîng li dar xist

Jinên ciwan ên herêma Firatê bi boneya piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mîtîng li dar xistin.

Jinên ciwan ê herêma Firatê bi boneya piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, bi serbixe azadî“ mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de jinan pankartên “Jin jiyan azadî“ hildan. Di mîtîngê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hat kirin û wiha hate gotin: “Timî êrîşî nirxê vê şoreşê û vê civakê dikin. Eger em li dîrokê û li têkoşîna xwe vegerin em ê berxwedêr û têkoşeran bibînin ku li hember desthilatdariyê her serî hildane, em pêngava xwe jî di 28’ê Adarê de dest pê dikin ku roja bidawîbûna hefteya qehremantiyê ye, heval Egîd ku bi berxwedana xwe guleya ewil li dil û mejiyê dijmin xist."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê Medîa Mihemed jî axivî. Mediya Mihemed anî ziman ku ew hemû dizanin ev şoreş şoreşa jinan e û got: “Wê ev şoreş bi jinan bi ser bikeve, jinan li dijî kaptalîzmê û desthilatdariyê daye ser şopa berxwedanê, tu car li hember desthilatdariyê serî netewandiye, tenê daye ser şopa berxwedanê, mînaka wê jî Sakîne û Arîn in. Va ye ‘Jin jiyan azadî’ bûye dirûşme, tevahî jinên li cîhanê, bi vîn û berxwedana Rêberê Apo ye.“

Piştre jî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn ve govend û stran hatin pêşkêşkirin û ji aliyê jineolojiyê ve tiştên kevneşopî hatin danîn.