Jinên ciwan ji bo gerîlayên azadiyê meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê meşiyan. Di meşê de jinan berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û gotin: “Em ê bi pêşengtiya jinên ciwan bi ser bikevin.“

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê meşiyan. Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên jin ên Yekitiya Êzidiyan û Kongreya Star ji rêya di navbera gundê Maratê û navçeya Ehdasê de dest bi meşê kirin. Di meşê de jinan alên PKK, Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikevin'' û "Tolhildan" hilgirtin.

Di meşê de jinên ciwan berxwedana gerîla silav kir û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Meş li parka navçeya Ehdasê bi dawî bû û deqeyek rêz hate girtin. Piştre ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî. Dada, silav li berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê kir û got "Dîroka gelê Kurd û Kurdistanê li ser şoreş, berxwedan û têkoşînê ava bûye. Ji ber vê yekê em dibînin ku dewletên kapîtalîst û faşîzm hewl didin berxwedanê bi bin bixin. Ji aliyekî ve êrîşê keleha berxwedanê Şehba û ji aliyê din ve Zirgan, Til Temir û Kobanê bi topan bombebaran dikin. Di navbera Şengal û Rojava de jî dîwaran lê dikin."

Dada, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û got ku ev xiyanet ne nû ye, lê dawiya xeta xiyanetê ya Mistefa Barzanî ya li şoreşa Qadî Mihemed e. Dada diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê li xeta berxwedanê û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina bexwedana gerîla bi dawî bû.