Ji bo rewşa awarte navenda tenduristiyê li Şehbayê tê amadekirin

Li dijî berbelavbûna vîrûsa koronayê li hemû dinyayê desteya tenduristiyê li Şehba dest bi amadekirina navenda tenduristiyê kir.

Vîrûsa koronayê bilez li cîhanê berbelav dibe. Li hemberî vê jî li Şehbayê nifûsa koçberan nifûsa koçber zêde ye û amûrên ku pêşî li berbelavbûna vîrûsa koronayê bigire, kêm in.

Lê li gorî derfetên heyî û şert û mercên koçberiyê Desteya Tenduristiyê li Şehbayê dest bi amadekirina navenda tenduristiyê kir.

Endamê Desteya Tenduristî Mih El-Dîn Amed li ser navendê axivî û wiha got:

"Weke tê zanîn em gelê Efrînê koçberî herêma Şehba bûne. Li vê herêmê şer çêbûye û gelek avahî kavil bûne. Li gel ku şertên jiyanê li vir zehmet in jî gelê Efrînê lê radiweste û berxwedaniyeke mezin dike. Niha jî talokeya vîrûsa koranayê li ser gel heye. Li dijî vê bi derfetên heyî em hewl didin pêşî li berbelavbûna koronayê bigirin."

Amed bang li hemû saziyên mafê mirovan û rêxistina doktoran a sînornenas kir ku li bara rewşa li Şehbayê bihistyar bin. Amed diyar kir heke vîrûs li Şehbayê berbelav bibe ji ber ku teknîka wan kêm e wê ziyaneke mezin bi xwe re bîne.

Mih El-Dîn Amed di dawiya gotina xwe qala xewlegehê kir û wiha got; "21 odeyên vê xewlegehê hene û her odeyek ji bo kesekî/ê ye. Ev bû heftiyek ku me dest bi avakirina wê kiriye. Bi texmîna me di nav 10 rojan de wê biqede. Em bang li rêxistinên tendiristiyê dikin ku teknîka tendiristiyê ji bo gelê Efrînê bişînin, ku ev du sal in li Şehbayê li ber xwe dide."