'Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê em asta têkoşînê xurtir bikin'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê destnîşan kir ku erka wan e, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin û got, "Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê em têkoşînê bilind bikin."

Endama Koordînasyoan Kongreya Star a Herêma Efrînê Ferîde Îbo ji ANF'ê re qala karên jinên Efrînî û Şehbayê kir û ragihand ku ew li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan karê xwe dikin.

Ferîde Îbo got, "Me ji xwe re kiriye karekî esasî ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan belav bikin, bi vî rengî xwe bigihînin hemû jinan. Jinên ji pêkhateyên herêma Şehbayê jî piştî ku herêm ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin xwestin ku tevlî kar bibin û sûdê ji fikir û felsefeya Rêbertî werbigirin."

Ferîde Îbo destnîşan kir ku weke Kongreya Star a herêma Efrînê li ser vê bingehê bi Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê re kar dikin û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin, ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin û azadiya Ocalan bê misogerkirin.

Bi dewamî anî ziman ku jinan xwe bi fikir u felsefeya Rêber Ocalan bi rêxistin kirine, pêşengiyê ji şoreşê re dikin û ragihand ku wan ji xwe re kirine karê esasî ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan li nava hemû jinan belav bikin.

Ferîde Îbo diyar kir ku barê azadiya jinê barekî giran e, di oxira azadiyê de bi hezaran şehîd hatin dayin û got, "Lewma divê em li ser şopa şehîdan xwedî li vî barî derkevin û pêviyan pêk bînin."