Ji bo azadiya Ocalan bi hezaran kes li Helebê meşiyan

Bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê meşiyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Helebê yê Sûriyeyê duh meşek hate kirin.

Meş ji aliyê TEV-DEM'ê ve hate organîzekirin û bi hezaran welatî tevlî bûn. Çalakî li ber salona civînê ya li rojavayê taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir.

Bi hezaran kesên posterên Ocalan û al hildan, li kolanên sereke meşiyan. Di şemê de ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn. Piştî meşê li Xaçerêya Şehîd Destîna mîtîngek hate lidarxistin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêxo li mîtîngê axivî û daxwaza azadiya Ocalan careke din anî ziman. Şêxo bi bîr xist ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê pêwendiya xwe bi tecrîda giran a li ser Ocalan heye û got, "Gelekî ditirsin ku nêrînên Ocalan li vê derê bi cih werin."

Çalakî piştî axaftin û dayina peyaman bi qîrîna dirûşman qediya.