HRW: Tirkiye penaberên Sûriyeyî vedigerîne ya jî dikuje

HRW'ê diyar kir ku Tirkiye nema penaberên ji Sûriyeyê qeyd dikin û got, "Hêzên Tirkiyeyê yên li ser sînor Sûriyeyiyên hewl didin ji sînor derbas bibin vedigerînin, dikujin û birîndar dikin."

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rîghts Watch -HRW) daxuyaniyek da û ragihand ku rayedarên Tirk li gelek deveran penaberên ji Sûriyeyê tên nema qeyd dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye li Stenbolê û li neh bajarên li ser sînor nema Sûriyeyiyan qeyd dike.

HRW'ê diyar kir ku wê ev yek rê li ber dersînorkirina bi awayekî nehiqûqî, vegerandina bi darê zorê û bêparhiştina ji xizmetên tenduristî û perwerdeyê veke.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komîsyona Ewropayê roja 29'ê Hezîranê biryar dabû ku nîvê alîkariya ji 3 milyar Euroyî di çarçoveya peymana koçberan de ji bo destekkirina penaberên li Tirkiyeyê bişîne Tirkiyeyê.

'VEDIGERÎNIN YA JÎ DIKUJIN'

HRW'ê da xuyakirin ku Tirkiyeyê di nava sê salan de deriyên xwe yên sînorê bi Sûriyeyê re girtiye û hêzên li ser sînor jî bê pirs Sûriyeyiyên hewl didin ji sînor derbas bibin vedigerînin, dikujin û birîndar dikin."