HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin

Nasnameyên 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê yên di çalakiya gundê Basil ê Efrînê şehîd bûn, hate eşkerekirin. Di wê çalakiyê de 20 dagirkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şervanên wan Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr şehîd bûne. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku HRE’ê 1’ê Sibata 2024’an bi daxuyaniyekê agahiya çalakiya li Efrînê dabû û wiha hat gotin: “Me eşkere kiribû ku hêzên me 30’ê Çileyê rêzeçalakiyên tolhildanê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk  a dagirker ên li herêma Efrînê û Ezazê li dar xistine û derbeyên giran li dagirkeran xistine.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van çalakiyan de 5 şervanên HRE’yê şehîd bûne û ev agahî hatin parvekirin: “Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî tevlî van çalakiyan bûn û gihîştin asta şehadetê. Me diyar kiribû em ê agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin.

Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr ên evîndarê gel, xweza û çanda xwe, bi nîşandana helwest û sekna xwe ruhê şoreşgeriya demê û fedayiyane nîşan daye. Ji bo siberojeke azad û vegera gelên me li ser axa xwe bi tempoyeke bilind û bi fedakariyeke mezin têkoşiyan. Her pênc hevalên me jî azadiya gelê xwe kirin armanca xwe ya yekemîn. Heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan. Erk û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn. Wê bîranîn û armancên wan bibin bingeha têkoşîna me ya azadiyê.”

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên 5 şehîdan û tevahî gelê welatparêz hat xwestin û wiha hat gotin: “Em soza ku me daye gel û şehîdên xwe careke din dubare dikin, em ê bi ruhê şoreşgerî yê lehengên mîna her pênc hevrêyên xwe, bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:


Nasnav: Cûdî Reşo
Nav û Paşnav: Hemîd Reşo
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Çîçek Kobanê
Nav û Paşnav: Sewsen Berket
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Dilşêr Serê Kaniyê
Nav û Paşnav: Ebdilrehman Sofî
Navê Dayik: Minewer
Navê Bav: Fûad
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Cûdî Gabar 
Nav û Paşnav: Cemîl Sileman
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024

Nasnav: Jiyan Efrîn
Nav û Paşnav: Roşîn Mihemed
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024