HRE'yê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di navbera 1-2'ê Kanûna 2024'an de di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî şehîdbûna 8 şervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî da û nasnameyên wan eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dawiya Mijdara 2024’an de HTŞ û hin komên paramîlîter ji bo rûxandina rejîma Baasê dest bi operasyonê kir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jî ji vê operasyonê sûd wergirt û plan kirin ku li herêmên wekî Şêrawa, Şehba û Til Rifatê li ser gelê me komkujiyan pêk bînin. Wek tê zanîn piraniya xelkê me yê ku li van herêman bi cih bûye, xelkê Efrînê ye ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de, koçber bûye. Hêzên me li hemberî êrişên muhtemel ên komkujiyan parastina gelê xwe kir. Gelê me yê li van herêman heta bi ewle derbasî herêma Cizîrê bû, çeperên xwe yên berxwedanê parastin. Di navbera 1-2’yê Kanûna 2024’an de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê giran bûn û di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şer û pevçûn rûdan. Di encama pevçûnan de ku di wan her du rojan qewimîn, 8 hevrêyên me bi fedaî şer kir û gihaştine şehadetê.

Hevrêyên me Canfîda, Çiya, Dilşêr, Piling, Ristem, Talal, Zinar Amed û Zinar Efrîn ji bajarên Efrînê û Helebê ne. Piştî dagirkirina Efrînê tev li têkoşîna li dijî dagirkeriyê bûn. Li ser esasê parastina gelê xwe li dijî dagirkeran di eniya berxwedanê de cih girt. Hevrêyên me bi berxwedana xwe hişt ku gelê me careke din wekî mînaka Şengalê nekeve ber komkujiyê. Ger trajediya duyemîn a Kurdan çênebû, ev bi saya berxwedana van lehengan e. Ev fedakariya wan dê bibe bingeha têkoşîna me ya li dijî dagirkeran. Şer û jiyana wan hêz da me û em bi berxwedana wan serbilind in.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo azadiya her bihosteke axa xwe ya dagirkirî tê bikoşin ta ku gelê me azad û aram li ser axa xwe bijî.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Canfîda Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Elî
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Til Rifat, 2 Kanûn 2024

Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Ismaîl
Navê Dayikê: Rebîa
Navê Bav: Ziyad
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn, Şêrewa, 2 Kanûn 2024

Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Elî Hemo
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Reşîd
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn, Şêrewa, 2 Kanûn 2024

 

Nasnav: Piling Efrîn
Nav û Paşnav: Îsam Îsa
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Menan
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn, Şêrewa, 1 Kanûn 2024

Nasnav: Ristem Efrîn
Nav û Paşnav: Horo Kêlo
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Derwêş
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn, Şêrewa, 2 Kanûn 2024

Nasnav: Talal Bilbil
Nav û Paşnav: Wehîd Sefer
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, 2 Kanûn 2024

Nasnav: Zinar Amed
Nav û Paşnav: Musa Korcî
Navê Dayikê: Şehînaz
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn, Şêrewa, 2 Kanûn 2024

Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Bekir
Navê Dayikê: Esum
Navê Bav: Selah
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, 2 Kanûn 2024