HRE: 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên bersivdayinê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên bersivdayinê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çalakiyên wan ên bersivdayinê dewam dikin.
Têkildarî encama çalakiyên 9 û 10'ê Mijdarê jî ev agahî da:
"9'ê Mijdarê li xeta Mareyê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hate kuştin. Heman rojê li xeta Şerayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî din hate kuştin.
10'ê Mijdarê li Xeta Şêrewayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hate kuştin."