HPC Jin jî tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû
HPC Jin a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dibe.
HPC Jin a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dibe.
10’ê Cotmehê pêngava ’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin, ku ji 74 navendên cuda destpê kir. Îro jî HPC Jin a herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê tevlî pêngavê bû. Daxuyanî li parka 19’ê Tîrmehê ji aliyê Berdevka Hêza Parastina Civakê ya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Baran ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em îro di qonaxekî dîrokî ya nû re derbas dibin. Em pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi coş û serbilindiyeke mezin silav dikin. Weke HPC Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em jî beşdarî vê pêngava dîrokî dibin. Parêznameyên Rêbertiyê riya azadiyê nîşan didin. Bi saya têkoşîna Rêber Apo, jin ji bendên koletiyê rizgar bû. Îro em bi şev û roj dixebitin da ku bingeha netewa Demokratîk xurt bikin.
25 sal derbas bûn, Rêberê me di nava tecrîdeke mutleq de ye. Em di wê zanebûnê de ne ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdeke li ser me hemûyan tê ferzkirin, tecrîdeke li ser demokrasî, edalet û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê em sûcên dewleta Tirk û Hêzên komploger ên li dijî Rêbertî şermezar dikin. Em bang li hemû gelê cîhanê dikin bi yekîtiya xwe li dora vê pêngava dîrokî kom bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”