Hikmet Hebîb: Girêbesta civakî daxwazên gel pêk tîne

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb got ku ji bo pêşxistina kar di hemû rêveberiyan de, girêbesta civakî hat amadekirin.

Komîteya Berfireh a Pêşnivîsa Peymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku nêrînên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê standibû, civîna xwe ya dawî ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser kir.

Endamên amadekirina peymana civakî ku ji 158 kesayetan pêk tê, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştin 4 rojan berdewam kir û di civînê de endamên komîteya berfireh a amadekirina peymana civakî girîngtirîn xalên ku ji aliyê gel ve hatine guhertin, di vê rûniştinê de hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê û endamê Komîteya Amadekar a Peymana Civakî Hikmet Hebîb têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.

Hikmet El-Hebîb diyar kir ku girêbest li gorî guhertinên ku herêm û Rêveberiya Xweser tê re de derbas dibin, hatiye derxistin û wiha got: “Em li herêmê bi dijwarî rastî metirsiyan hatin, di sala 2014’an de peymanek ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymanek civakî ji bo herêma Cizîrê hebû, her wiha girêbesta Federalî ya di sala 2017’an de bû sedema sistbûna karên rêveberî.”

Hikmet El-Hebîb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi armanca başkirin û pêşxistina xebatê, civînên salekê bi beşdariya komîteyên ku ji 158 endaman pêk dihat, hat lidarxistin. Ev civîn ji civaka sivîl, pêkhate, partiyên siyasî, jin û ciwanan pêk dihat. Ta ku bigihêjin peymaneke guncaw ji bo qonaxên bê, her wiha ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî ji gelê me re li gor rewşa derdorê, ev gotûbêj li ser çend astan hatin kirin.

Hikmet destnîşan kir ku peyman ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û nêrîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî, demokratîk ku her kes tê de xwedî maf û erkên wekhev bin, nîşan dide.

TAYBETMENDIYÊN GIRÊBESTA CIVAKÎ

Hikmet diyar kir ku taybetiyên girêbesta civakî pir in, ji wan jî serxwebûna dadweriyê, parastina mafên pêkhateyan, diyarkirina hêzên navendî yên herêm û parêzgehan xwedî avantajên mezin e ku di rêza yekem de xizmeta gel û rêberiya biryardanan dike.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê û endamê Komîteya Amadekar a Peymana Civakî Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Di nava çend mehan de me gelek hevdîtin bi gelên bakur û rojhilatê Sûriyê re kirin. Nêrîn û dîtinên xelkê derbarê peymana civakî stand û çend encam hatin girtin. Xalên ku dê di vê civînê de bên gotûbêjkirin û hin xal dê li gorî peymana civakî bên guhertin. Nêrîna hemû gelên herêmê, ji aliyê hiqûqî, civakî û rêveberî ve hate girtin.”