Êrîşên hêzên Tirk ên li Qestel Cîndo hatin şikandin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Qestel Cîndoyê hatin şikandin. Ustegmen Ogûr Kaan Ûsta û gelek leşker û çete hatin kuştin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Qestel Cîndoyê hatin şikandin. Ustegmen Ogûr Kaan Ûsta û gelek leşker û çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş birin ser girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şera ya Efrînê. Ev êrîşa dagirkeran hate şikandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, ustegmen Ogûz Kaan Ûsta jî di nav de gelek leşker û çete hatine kuştin.
Çeteyên hatin têkbirin ber bi gundê Marî yê Ezazê ve çûn.