Hêvî Mistefa: Efrînî ji bo vegere mîsogeriya netewî dixwazin

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa got dewleta Tirk a dagirker û got Efrînî ji bo ku vegerin ser xaka xwe daxwaza mîsogeriya netewî dikin. Hêvî Mistefa got qaşo meclîsa ku dewleta Tirk ava kirî ‘meclîsa xayinan’ e.

Hêvî Mistefa derbarê rewşa gel a piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê koçî herêma Şehbayê kirin û li ser qona aduyemî ya berxwedana YPG-YPJ’ê ji ANF’e re axivî û got Efrînî ji bo ku vegerin ser xaka xwe mîsogeriya navnetewî dixwazin.

Hêvî Mistefa got Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav de giştî qadana netwî li ser dagirkeriyê bêdeng mane û got, ‘’Pitşî berxwedana 58 rojan ji bo ku em gelê xweji komkuijyan biparêzin, me biryara tehliyekirina gel da. Me gelê xwe bire herêma Şehbayê. Lê Şehba herêmeke biçûke û derfetên jiyanê, xebatê kêm in. Bi sedan hezaran Efînî tenê bikincên ser xwe ji Efrînê derketine û li vir bi şertên dijwar dijîn. Heta niha di desteka navnetwî ji bo me nehatiye. Bi haziriyên ku beriya niha me kirin em hewl didin ji daxwazên gelên xwe yên Bakurê Sûriyê re bibin bersiv.’’

 ‘MIN BI DEHAN CARAN NAME JI NY’RÊ RE NIVÎSÎN’

Hêvî Mistefa got wê gelek caran name ji NY’ yê re nivîsî ne bersiv nehatiye û got pêdiviya gelê Efrînê ne bi nan û avê lê bi xaka wan heye û got, ‘’Cimeta navnetewî, di serî de NY ne dema ku li Efrînêbûn û ne niha ti destek nedana. Min bi xwe bi dehan caran name ji NY’yê re nivîsî lê ti bersiv nehat. Duh jî şandeyek ji NY’yê hat û ji bo ku hin pêdiviyan dabîn bikin ji me xwestin ku em çi dixwazin. Me got daxwaza sereke ya gelê me ne betanî, av û nan e, lê gelê me dixwaze bi pêvajoyeke ku NY di nav de li xaka xwe vegere.’’

PÊDIVÎ BI MÎSOGERIYA NAVNETEWÎ HEYE

Hêvî Mistefa got gelê Efrînê ji bo ku vegere ser xaka xwe daxwazên wê hene û got: ‘’DewletaTirk û terora bi ser wê ve ji berê ve dixwestin ku Efrînê dagir bikin. Li gel ku kana terorê ya herêmê dewlet a Tirk e jî, ev bi navê ‘têkoşîna dijî terorê’ bi dinyayê da xwarin. Lê hê ji serî ve me got ev dagirkerî ye û projeya parçekirina Sûriyê. Bi cihkirina çeteyan a li Efrînê û hewldana Tirkirina herêmê nîşan da ku em çendî rast in. Em dixwazin biçavdêriya şandeyeke navnetewî li Efrînê vegerin. Hedefa me ya sereke ew e ku bi mîsogeriya navnetewî gelê me vegere Efrînê.’’

LI BARA KIRINÊ DEWLETA TIRK BÊDENGÎ HEYE

Hêvî Mistefa bi berdewamî li ser polîtîkayên dewletaTirk got: ‘’DewletaTirk û çeteyên wê niha li Efînê gelek tiştên xirab dikin. Li Efînê her kes dizane ku Kurd, Ereb, Elewî, Êzîdî bi hev re bi azadî û wekhev dijiyan. Niha li bajêr li ser gel zexteke zêde heye. Dest li ser mal û milkê gel datînini, çav berdidin namûsa wan, gelê me yê Êzîdî dibine mizgeftan û îslamê li wan ferz dikin. Mixabin bêdengiya li bara vê berdewam dike.’’

 ‘XAYINÊN KU LI TANGÊN TIRKAN SIWAR BÛNE’

Mistefa li ser meclîsa ku çeteyênTirkan ava kirî got, ‘’Ên ku di nav vê meclîsê de heke ji gel bûna, ji Efrînê bûne,lilobîyên otêlan li Stenbolê ji bo berjewendiyên xwe hewl nedana, ji bo vî gelî yek gav biavêtana, li tangênTirkan siwar nebûna û nehatana Efrînê belkî wê hêjayî axaftinêbûna. Lê meclîsa van, ji meclîsa xayinan pê ve ne tiştekî dî ye. Ji ber ku ew li ser tangên Tirkan hatine. Ew bi dijmin re bûne yek. Ew tenê xayin in.’’

 ‘BERXWEANA ME DIDOME’

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa Îbrahîm got, ‘’Kurd li her deverê divê ji bo Efrînê li ber xwe bidin. Divê li her platformê dewleta Tirk were teşîr kirin û dagirkeriya wan were vegotin. Berxwedana me didome. Efrîn ji bo hemû Kurdistanê li ber xwe da. Heke em dawî li dagirkeriya Tirk neyênin ev ê ji bo hemû Kurdistanê bibe taloke’ û got ,Erdogan ji bo hemû cîhanê taloke ye, bêdengiya cîhanê wî wêrek dike, bi hin kaxezên li dest li pey xeyalên Osmanî ye, lê nabîne ku cîhan gueherî ye, Kurd ne ên berê ne, gelên herêmê ne yên berê ne û 2018 wê bibe dawiya xeyalên Erdogan.