‘Heta ez axa kurê xwe li rûyê xwe nedim namirim’
‘Heta ez axa kurê xwe li rûyê xwe nedim namirim’
‘Heta ez axa kurê xwe li rûyê xwe nedim namirim’
Ebdurehman Erkan (Koçer Kurdo) ku li rexmî her cûre pêkanînên dewletê yên xirab û tundiya, di temenek ciwan de hewil dida di kevneşopiya çapemeniya azad ya Kurd de bixebite. Ebdurehman êdî nekarî li hemberî zext, îşkence û gefên polîsan rojnamevantiyê bike û di sibata 2002’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ebdurehman Erkan di 17’ê Gulana 2009’an de hêjan temen 26 salî li herêma Besta ya Şirnexê li gel sê hevalên xwe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenaze nedan malbatê.
Ebdurehman Erkan di çaremîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbatê ve li Îzmîrê hate bibîranîn. Dayîka Ebdurehman, Sultan Erkan (46) dibêje “hinek caran ez dixwazim berê xwe bidim Kurdistanê û ji çiya, dar û axa Kurdistanê re bikim qîr û bêjim Ebdurehman.”
Erkan dibêje, “Bila pêvajoya çareseriyê bêy ku êşa ewlad bi yekê bide kêşan bi aştiyekî mayînde bi encam bibe.” Her wiha dayîka Erkan dixwaze dewlet cenazeyê kurê wê bidetê.
‘KURÊ MIN DIXWEST ROJNAMEVANTIYÊ BIKE LÊ DEWLETÊ DESTÛR NEDA’
Sultan Erkan anî zimanku, Ebdurehman dixwest rojnamevantiyê bike, lê dewletê ji rêya çiya çi rêyên din ji kurê min re nehêlan û got: “Kurê min hêjan 16 salî di Azadiya Welat de dest bi kar kir. Du sal û nîvan kar kir. Dema ku kurê min kar dikir, polîsan hertim zext li ser dikirin, gelek caran binçavkir û îşkence lêkir.”
Dayîka Sultan Erkan destnîşan kir ku, “Êdî Ebdurehman di fikirî ku dê ji aliyê polîsan ve bê revandin û qetilkirin, bê navber gef lê dixwarin. Rojekê got, ez îdare nakim ezê biçim. Piştî demek kurt jî sibata 2002’an winda bû.”
‘PIŞTÎ ŞEŞ SALAN CARA DAWÎ MIN DENGÊ WÎ BIHÎST’
Sultan Erkan anî ziman ku, kurê wê li hemberî pêkûtiyan îdare nekir û berê xwe da çiya, piştre di nava rondikan de wiha berdewam kir. “Şeş sal derbaz bibûn, rojekê telefonê lêxist, dema min vekir, min dengê ji aliyê din ve hat nasnekir. Dema ku ji min re got, ‘Ez kurê te me’ min dest bi giriyê kir. Ji min re got ‘negirî’. Morala wî gelek baş bû. Em gelek ne axivîn, girt. Cara dawî bû min dengê wî bihîst. Êdî nemin kurê xwe dît ne dengê wî bihîst.”
‘DI NÛÇEYÊN ŞEVÊ DE ANONS DIKIR KU KURÊ MIN MIRIYE’
Sultan Erkan anî ziman ku, sala 2009’an dema ku kurê wê jiyana xwe ji dest da 20’ê Gulanê dê çûba hevdîtina keça xwe ya li girtîgehê, ji nûçeyên Roj Tv hînbû ku, kurê wê jiyana xwe ji dest daye û ew dem wiha ravekir: “Min xwe amade dikir ku biçim serdana keça xwe ya li girtîgehê, di wê navberê de hevjînê min banî min kir. Di Roj Tv’yê de navê çar gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayî anons dikir. Dema ku ez giham ber televîzyonê, min wêneyê kurê xwe dît. Ez wê gavê ketim erdê. Me zanî ku, kurê min 17’ê Gulana 2009’an di pevçûnek ya li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de bi avêtina qazanê ji balefirê li gel sê hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye.”
Erkan da diyarkirin ku, roja piştî wê ji bo em cenaze bigirin, em derketin rê û wiha berdewam kir: “Em hatin Erûhê û me li wir serî li dozgeriyê da. Dozger ji me re got, pevçûnek wisan çênebûye û got li wir cenaze tune ne. Dema ku me got, em dixwazin biçin herêmê ji me re got ‘hûn biçin wir hûn dê bên kuştin, em nikarin ewlehiya canê we bigirin, li wir leşker di operasyonê de ne’ em vegerandin. Piştî mehekê me li gel parêzerên ÎHD’ê cara duwem me serlêdan kir, dîsa hate redkirin û cenaze nedan me.”
‘MIN JI MALBATA LEŞKER RE GOT, GOREK YA KURÊ MIN JÎ NÎNE’
Sultan Erkan pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi keyfxweşî pêşwazî dike û dibêje, “Bi armanca piştevaniya bi pêvajoya çareseriyê re min serdana gorek ya leşkerê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dayî kir. Malbata leşker jî xwest serdana gora kurê min bike. Min ji malbata leşker re got, gorek ya kurê min jî tuneye ku ez biçim li ser bigirîm.”
Erkan destnîşan kir ku, ew dixwaze pêvaoya çareseriyê bi aştiyekî mayînde bi encam bibe ku tu kes êşa ewlad nekişîne û wiha got: “Li rexmî hemû êşên ku dewletê bi me dayî kêşan kîndar nînim, dibêjim aştî.”
‘HINEK CARAN DIXWAZIM BERÊ XWE BIDIM KURDISTANÊ Û BI QÎR BÊJIM EBDUREHMAN’
Dayîka Sultan bilêv kir ku, heta ez kulmek axa kurê xwe li rûyê xwe nedim ez namirim. Roja ku min axa kurê xwe li rûyê xwe da, Xwedê rihê min bigire jî çavê min vekirî naçe. Hinek caran ez dixwazim berê xwe bidim çiya, dar, ax, geliyên Kurdistanê û bidengek mezin qîr bikim “Ebdurehman”, dengê xwe li geliyekê, di bin darekê de yan çiyayek Kurdistanê bigehînim kurê xwe; ji bo min bibîne. Dayîka Sultan herî dawî anî ziman ku, “Bila dewlet kurê min bide min. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. Yên behsa aştiyê dikin, bila destpêkê hurmetê nîşanî miriyên wî gelî bidin.”