Gundên Zirgan û Girê Spî hatin bombekirin

Gundê Turkmen ê dikeve başûrê Girê Spî ji aliyê balafirên nayên zanîn ve hate bobmekirin. 2 gundên girêdayî navçeya Zirganê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker gundên Niwehat Dada Abdan û Xadrawê yên navçeya Zirgan bombe kirin. Êrîş li gorî saeta herêmî saet 10:20’ê pêk hatiye.

Li aliyê din gundê Haman Turkmen ê dikeve başûrê Girê Spî  ji aliyê balafirên nayê zanîn ên kê ne ve hate bombekirin. Maleke ku hate hedefkirin ziyan ber ket.