Gelên Tirbespiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Gelên li navçeya Tirbespiya girêdayî Kantona Qamişloya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li dijî terîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.

Meş li ber avahiya Kongreya Star dest pê kir. Çalakiya bi tevlîbûna gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Êzidiyên li navçeyên dijîn, dirûşmeyên dijî tecrîdê berz kirin û berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya Tirk li Heftanînê silav kirin.

Meş li ber Dibistana Seretayî ya Xewla veguherî mitîngê. Li wir Fermandarê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Nasir Yunis axivî û got, “Dewleta Tirk serê terora cîhanê ye. Dixwaze ku bi qef û qetlîaman polîtîkaya xwe bixe meriyetê.”

Yunis diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan û êrîşên qetlîamê, tinekirina Kurdan dike armanc û wiha got, “Dixwazin ku bi polîtîkaya tecrîdê fikrên Rêber Ocalan ji bo gihandina gel asteng bike. Azadiya Rêber Abdulah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”