BI DÎMEN

Gelê herêmê ji bo berxwedanê gihiştin Tişrînê

Gelê ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo berxwedanê gihiştin Bendava Tişrînê.

Şêniyên kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqa ji bo beşdarî çalakiyên nobedariyê yên li Bendava Tişrînê bibin ku ji 8ˋê Çileyê ve didomin, gihîştin bendavê.

Ev cara duyemîn e ku şêniyên kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevlî çalakiyên li Bendava Tişrînê dibin.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqa Ednan Ilêwî axivî û got: "Dewleta Tirk hewl dide Bendava Tişrînê dagir bike. Ji bo vê yekê jî hemû rêbazên dermirovî û derexlaqî pêk tîne. Li dijî sivîlên li bendavê sûcên şer dike. Karwanên berê xwe didin bendavê bombebaran dike."

Xaliye Mihemed jî ya ku ji xelkê kantona Tebqayê ye û tevlî çalakiyên nobedariyê bûye got: "Dewleta Tirk li dijî xelkê me yê nobedar komkujiyan pêk tîne. Heger kesek li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mabe jî em Bendava Tişrînê bernadin. Em ê berxwedanê bidomînin û nahêlin dewleta Tirk welatê me dagir bike."