BI DÎMEN

Gelê Efrînê şehîdên xwe pêşwazî kir

Gelê Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê ya herêma Şehba pêşwaziya şehîdên çalakiya Gundê Basilê kirin.

ŞEHÎDÊN GUNDÊN BASILÊ

Ji bo pêşwazîkirina şehîdên gundê Basilê ya navçeya Şêrewa Şehîd Cûdî Gabar û Cûdî Reşo ku di 30'ê Çileyê de bi çalakiyek mezin bi sê hevalên xwe re şehîd bûn, gel bi girseyî li navçeya Ehdas kom bû.

Bi berzkirina dirûşmeya “Bijî HRE” gel şehîdên xwe pêşwazî kirin û heta ber bi çarxerêya navçeya Ehdasê meşiyan.

Gel bi şehîdên xwe re heta nexweşxaneya Avrîn çûn û wê sibê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Cûdî Gabar û Şehîd Cûdî Reşo werin veşartin.