Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan

Gelê Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê her tim ji bo Abdullah Ocalan li ser piyan bin.

Bi pêşengtiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê pêngava belavkirina broşuran bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye’ di 20'ê Gulana 2023'an de dest pê kir. Di nav wê çalakiyê de nêzî 25,000 broşur di nava xelkê Efrîn û Şehbayê de hatin belav kirin. Îro di heman çarçoveyê de bi meşeke girseyî tecrîd hat protestokirin.

Meş ji gundê Til Sosîn a girêdayî navçeya Ehdas heta parka 4'ê Nîsanê ya li navçeya Ehdas dewam kir. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Berjîn Efrîn û li ser navê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Şêrîn Xelîl axaftin hatin kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku pêwîst e her kes Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke navenda çareseriya pirsgirêkan bibîne û wiha hate gotin: “Niha jî Rojhilata Navîn û cîhan di kaosên cidî û krîtîk re derbas dibin. Ji ber ku alternatîfên Rêber Apo ji bo çareserkirinê esas negirtin ji ber em jî di warê berxwedanê de li Şehba teqez dikin ku kes nikare roja me tarî bike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.