Fransa: Haya Rûsyayê ji êrîşê hebû

Li Sûriyeyê, alozî û rîska şer a navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê derkete asta herî bilind. Fransayê Rûsya û Îran sûcdar kir.

Piştî îdîayên li ser êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê, rîska rabûna li ber hev a DYA û Rûsyayê zêde bû. Di rûniştinên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de nerazîbûneke mezin ji Rûsya û Îranê re hate nîşandan.

Nûnerê Fransayê bal kişand ser êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê ku bajarê herî dawî yê Xota Rojhilat e, diyar kir ku para Rûsya û Îranê di bomberdûmanê de heye.

Nûnerê Fransayê yê li Neteweyên Yekbûyî François Delattre got, bomberdûmana bi çekên kîmyewî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi agahdariya Rûsya û Îranê hatiye kirin û diyar kir, haya her du welatan ji hemû êrîşan hebû.

Delattre got, "Desteka leşkerî ya Rûs û Îranê li hemû qadan û di hemû qedemeyên şerê Sûriyeyê de heye. Û ti ji balafirên Sûriyeyê bêyî ku agahiyê bide hevalbendê xwe Rûsyayê bi hewa nakeve."

Delattre anî ziman ku bomberdûmana 7'ê Nîsanê ya li Dûmayê bi erêkirina neyekser ya jî misoger a Rûsyayê hatiye kirin.

Dektroyeke DYA ya bi navê Donald Cook ku li bendergeheke Qibrisê ye duh danê êvarê bi rê ket û berê xwe da peravên Sûriyeyê. Hate îdîakirin ku jetên Rûs jî ji bo astengkirinê ji nizm ve li ser destroyer firiyane.