Federasyona Gaziyan: Têkoşîna li dijî qeyûman pîroz e

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xespa îradeyê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û berxwedana gel a li hemberî qeyûman silav kir.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî tayînkirina qeyûman de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a bûyerên sosret pêk tîne û hovîtiya xwe gihandiye pileya ku vîna gel û zagonên xwe jî binpê dike.

Hate diyarkirin ku careke din hikumeta Erdogan û hevkarên wî yên şovenîst berê xwe dan Kurdan û dixwazin ku vîna wan bitepisînin û wiha hat domandin: “Mirov li wan faşîstan şaşwaz dimîne û dihizire ku ew, kesên welê ne ku xwîn di canê wan de nîn e, ji hest û nirxên mirovî bê par in. Ew qasî hov û dirinde ne ku zincîrên xwe şikandine û mirov her tiştên xerab ji wan dipê. Bê guman pir baş e ku rastiya derewên banga şefê faşîst Devlet Bahçelî derket holê. Ev ji bo kesên jê bawer kirin careke din neyên xapandin û nebêjin ‘Tirkiye aştiyê dixwaze’, nîşaneyek bû.”

Di dewama daxuyaniyê de çalakiya gerîlayên azadiyê Asya Elî û Rojger Hêlîn a li Enqereyê hat bibîrxistin û hate gotin: “Ev çalakî ku gelekî di cih de bû, hewl dihat dayîn ku derewên Bahçelî vê çalakiya bi rûmet û fedaiyane di bin siyê de bihêle. Bêguman helwesta wan a faşîzane badilhewa çû. Em bi vê mebestê qehreman û fedaiyên azadiyê Asya Elî û Rojger Hêlîn jî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînin û soza bilindkirina têkoşînê didin.”

Di daxuyaniyê de helwesta gelê Kurd a li dijî qeyûman a di serî de li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê, li tevahî Kurdistanê û Tirkiyeyê hat silavkirin û ev peyam hat dayîn: "Em dibêjin, bi dil û can em bi we re ne. Her bijî ji we re. Têkoşîna we pîroz e. Hûn vîna xwe diparêzin, berxwedana we li hemberî tundiya dewleta Tirk û hovîtiya wan, gelekî bi wate ye. Helbet vîna mirov a azad di ser her tiştî re ye û hûn jî di van kêliyan de li ber sir û seqema demsala payîzê, li ber xwe didin û têkoşîn dikin.

Em wek gaziyên şer careke din gelê xwe yê Bakur silav dikin. Wê serkeftin a gelê Kurd û dostên gelê Kurd be.”