Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin – VII

Xwişka gerîla Dersim ku li Heftanînê ji aliyê hêzên PDK'ê ve şehîd hate xistin, Lutfiye diyar kir ku xiyanet dewam dike, lewma êşa wan hîn jî teze ye.

Lutfiye Elo diyar kir ku ne tenê birayê wê, her wiha bi sedan gerîla ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin, lewma berdêla xiyanetê gelekî giran e.

Yek ji gerîlayên ku ji aliyê PDK'ê ve şehîd hate xistin, Mihemed Elo yê ji Efrînê ye. Bi navê xwe yê li nava gerîla Dersim. Sala 1970'î li Efrînê ji dayik bû. Hîn di biçûkaniya xwe de têkoşîna azadiyê nas kir û sala 1990'î tevlî bû. Demekê li qada Rojava-Sûriyeyê kar kir. Sala 1992'an derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Sala 1993'an di êrişa PDK'ê de ya li Heftanînê şehîd bû.

Lutfiye Elo qala birayê xwe Dersim û têkoşîna wî kir, "Mirovekî aram, xwînsar bû. Dema ku şaşitî didît yekser hişyar dikir û rêya rast nîşan dida. Lewma mirovekî mînak bû. Ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin. Li dibistana gund dixwend. Dema ku çû pola 6'an derbasî Helebê bû. Lîse li wir dewam kir. Li dibistanê ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihate hezkirin. Dema ku li Helebê dixwend, têkoşîn nas kir. Bi daxwaz û baweriyeke mezin timî dixwest tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Dawiya dawî got, 'Êdî bes e ez ê tevlî nava şoreşê bibim' û tevlî nava gerîla bû. Ji dil tevlî bû, me jî ew bi kêfxweşî oxir kir. Carekê ji dayika min re got, 'Eger şehîd bikevim tuyê negirî. Tilîlî bike'. Dibe ku me tilîlî nekir, lê me da pey şopa armancên wî."

ÊŞA WÎ HÎNÊ TEZE YE

Lutfiye qala dema bihîstina şehadeta gerîla Dersim kir, "Roja ku me şehadeta wî bihîst ji bo me rojeke gelekî zehmet bû. Ne tenê rojek, her roj zehmet bû. Êşa wî hînê teze ye. Şehîdê destpêkê yê malbata me bû, şehîdê destpêkê yê Ehrazê bû. Ji ber ku xwîna me jî tevlî xwîna şehîdên şoreşê bû em serbilind in. Îro em serbilind in. Çawa ku yên ew qetil kirin hîn bêrû ne û hîn jî ciwanên Kurd qetil dikin, êşa me hîn jî teze ye."

BERDÊLA XIYANETÊ GIRAN E

Lutfiye Elo bi bîr xist ku ne tenê birayê wê, her wiha bi sedan gerîla ji aliyê xiyaneta PDK'ê ve şehîd hatin xistin, lewma berdêla xiyanetê giran e, gelê Kur vê berdêlê dide û got, "Êdî bes e ji rijandina xwîna zarokên vî gelî re. Êdî bes e ji xiyanetê re. Heta niha bi hezaran şoreşger bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin. Êdî bes e ji PDK'ê û xiyaneta wê re. Divê bê ser xwe, li gelê xwe û xeta mirovahiyê vegere. Divê çareseriyek bê peydakirin ku sînor ji PDK'ê re bê danîn."

Sibe: Xelîl Ebdûrrahman qala birayê xwe yê şehîd bûye Nûrî kir