Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin – VI

Dayik û kekê Telcî Hamo ku ji aliyê dagirker ve şehîd hate xistin, wiha axivîn "Kezeba bi hezaran dayikên Kurd şewitandin. Cenaze jî nedan."

Telcî Hamo bi navê xwe yê li nava gerîla Necbîr. Sala 1975'an li Efrînê ji dayik bû. Necbîr hîn di temenê biçûk de Apoyî nas kir. Sala 1994'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî 6 salan di êrişeke xayinan de şehîd bû.

Dayika Necbîr, Fatma Xelîl a 97 salî qala keça xwe kir, "Bi xwestek û bi biryar bû. Gelekî hêja bû. Timî dixebitî, hewl dida. Piştî ku têkoşîn nas kir bi israr digot ku wê tevlî bibe. Dema ku min jê re digot 'tu biçûk e, nabe' hingî aciz dibû. Digot 'Ez ê di nava têkoşînê de mezin bibim'."

CENAZE JÎ NEDAN

Dayika Fatma têkildarî şehadeta keça xwe wiha got, "Dema ku min bihîst ku keça min şehîd bûye, êş kete dilê min û ji hingî ve ew êş dewam dike. Hîn jî wê dewam bike. Ne hêsan e. Keça min a bedew li Başûrê Kurdistanê di êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû. Ne tenê Necbîr, mîna wê bi sedan kes şehîd bûn. Agir berdan nava her malekê, dilê her dayikeke Kurd şewitandin. Em nizanin ku cenazeyên zarokên me li ku ne. Hestiyên wan jî tune. Êşeke ku bi hêsanî nayê jibîrkirin. Gel û dayikên Kurd wê hesab ji wan bipirsin. Bila xayin û noker qet kêf nekin."

'WÊREK BÛ, ÇALAK BÛ'

Kekê şehîd Necbîr Mûrad Hamo jî têkildarî xwişka xwe wiha axivî, "Di navbera me de du sal hebûn. Biçûka malê bû. Lewma ya herî hêja bû. Her kesî jê hez dikir. Gelekî wêrek û çalak bû. Ji tiştekî neditirsiya. Jiyaneke me ya bedew hebû, lê belê dijminên Kurdan, xayinan destûr nedan. Di salên 1990'î de ez jî di nava kar de bûm. Rojekê heval hatin û gotin, 'Ji gundê we du şehîd hene, em ê ragihînin. Malbatên wan li ku ne, divê em biçin gel wan'. Dema ku navê wan got, ez ji ser hişê xwe çûm. Destpêkê ji min hebû ku şaşitî kirin. Lê belê navên wan di mejiyê min de dubare dibû. Herdu şehîd jî yên me bûn. Dayika min hînê nû emeliyat bûbû, hîn baş nebûbû. Ev agahî wê çawa jê re bihata gotin. Gelekî zehmet bû."

ZILMA GIRAN

Mûrad Hamo ragihand ku piştî şehadeta xwişka wê zextên rejîma Baasê zêde bûn û got, "Rejîmê nedihişt ku bêhn bê ber me. Çend caran hatin gundê me û êrişî mala me kirin. Du caran ez destgîr kirin. Li gel zilma xiyanetê her wiha rejîmê jî êriş dikir."

Mûrad bal kişand ser rewşa dayika xwe û got, "Dayika min bûye 97 salî. Hişê wê nemaye. Lê belê hîn jî di têkoşîna xwe de bi biryar e. Du keçên wê şehîd bûne. Dibêje ku wê li ser şopa têkoşînê be ku 30 sal in nas dike. Gelek tişt nayên bîra wê lê belê hîn jî li her derê tevlî çalakiyan û merasîmên şehîdan dibe. 4 hezar gerîlayên ciwan ên Kurd bi vê xiyanetê şehîd bûn. Em vê helwesta xiyanetê şermezar dikin. Divê her kes şermezar bike û di vê oxirê de têbikoşe."

Sibe: Lutfiye Elo qala birayê xwe Mihemed kir ku sala 1993'an şehîd bû.