Zexta polîsan a li ser welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê didome. Polîsan herî dawî roja sêşemê di saet 06.00'ê sibehê de bi ser mala M.E ya li eyaleta Saarlandê e girtin. Lêgerîn nêzî saet û nîvê dom kir û zêdeyî 40 polîs beşdarî serdegirtinê bûn. Di serdegirtinê de dest danîn ser telefon, materyalên dîjîtal û destnivîsên M.E.
M.E. ev 40 sal in li Elmanyayê dijî û di 18'ê Kanûna 2022'yan de mala wî jî di nav de malên gelek welatparêzan hat lêgerîn û û derbarê van kesan de doz hat vekirin. M.E. ji 2022'yan heta niha ji aliyê polîsan ve tê şopandin.
M.E. diyar kir ku di serdegirtinên berî niha de tu delîleke sûcî bi dest nexistine û serdegirtina dawî jî bi mebestea bidestxistina delîlan hatiye kirin. M.E. "Ev 40 sal in ez li Elmanyayê dijîm. Ez tu carî derveyî qaîdeyên dewleta Elmanyayê tevnegeriyam. Min hemû xebatên xwe ji bi pêşxistina çanda Kurdî ne ku zarokên me bi nasîna çanda xwe mezin bibin."
WEK ÊZÎDIYEK EZ Ê PARASTINA MAFÊN XWE BIDOMÎNIM
M.E., diyar kir ku xebatên wî yên ji bo protestokirina qetlîamên li Kurdistanê û polîtîkayên li dijî Êzidiyan weke sûc hatine nîşandan û wiha axivî: “Eger ev kar sûc bin, ez ê vî sûcî bidomînim. Ne mimkin e ku ez li hember qetlîamên li Kurdistanê tên kriin bêdeng bimînim. Ji niha û pê ve ez ê di çarçoveya hiqûq û hiqûqa Elmanyayê de li mafên xwe bigerim.”
BANDORÊ LI SER DERÛNIYA ZAROKAN ÇÊDIKE
M.E diyar kir ku nayê qebûlkirin ku ji 40'î zêdetir polîs serê sibehê bavêjin ser mala wî ku vê yekê bi taybetî li ser derûniya zarokên wî bandoreke neyînî kiriye. M.E.“Hin zarokên min diçin dibistanê hin jî dixebitin. Piştî serdegirtinê zarokan pirsgirêkên mezin ên derûnî jiyan. Bandora van zextan a li ser malbatan gelek giran e."
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ KRÎMÎNALÎZASYONA KURDAN
M.E. anî ziman ku helwesta dewleta Elmanyayê ya li dijî Kurdên welatparêz ne rast e û krîmînalîzekirina Kurdan ne tişteke exlaqî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi taybet di vê pêvajoyê de ku hewla aşîtiyê tê dayîn, serdegirtinên bi vî awayî xizmeta aşîtiyê nakin, bereksî wê li pêşiya aşîtiyê astengiyan çêdikin. Nayê qebûlkirin ku dewleta Elmanyayê kurdan bi zextê krîmînalîze bike û wek terorîst nîşanî raya giştî ya Elmanyayê bide. Ez ê li dijî zextan heta hetayê mafên xwe biparêzim. Serdegirtinên bi vî awayî li Saarlandê di nav civaka Kurd. de bûye sedema bertekên mezin."