Alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo Rojava dewam dike
Pêngava alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo koçberên Efrînê dabû destpê kirin dewam dike. Hat diyar kirin ku vê carê jî 350 hezar Euro hatiye şandin.
Pêngava alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo koçberên Efrînê dabû destpê kirin dewam dike. Hat diyar kirin ku vê carê jî 350 hezar Euro hatiye şandin.
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya alîkariya ji bo koçberên Efrînê wan di nava 45 rojan de 900 hezar Euro şandine.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku piştî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêma Şehba û bajarê Til Rifatê, bi deh hezaran Kurdên Efrînî neçar mane ku cara duyemîn koçber bibin û ev tişt hat gotin:
“Li hemberî vê rewşa giran Heyva Sor a Kurdistanê 3 Kanûna 2024’an ji bo piştevaniya bi koçberan re Kampanya Alîkariya Lezgîn da destpê kirin.
Di encama nirxên hatin berhevkirin de, Heyva Sor karîbû di nava mehekê de 550 hezar Euro bigihîne xelkê Efrînî yên koçber.
Ev alîkariya maddî bi rêya saziya hevkar a li Rojava Heyva Sor a Kurd li mirovên koçber hate belavkirin. Ji ber pêwîstiya zêde ya welatiyan Heyva Sor a Kurdistanê xebatên xwe dewam kirin û weke beşa alîkariyê ya sêyemîn, 350 hezar Euroyên din şande herêmê.
Bi vî awayî di nava 45 rojan de nirxên alîkariyên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine şandin gihişte 900 hezar Euro.
Bi rêya alîkariyên ku Kurdên li derveyî welat û dostên wan dikin, di nav şertên giran ên zivistanê de pêdiviyan bi deh hezaran koçberên Efrînî bicih tên. Bi taybet jî pêdiviyên zarok û mirovên bi temen. Divê neyê jibîrkirin ku heta vê gavê jî hejmareke zêde ya koçberên Efrînî di nava şertên giran de li kampan dimînin. Lewma erka her mirovî ye ku alîkariyan koçberan bike.
Em weke Heyva Sor a Kurdistanê eşkere dikin ku wê kampanya me ji bo koçberên Efrînî dewam bike. Û ji bo em karibin pêwîstiya mirovên muhtac bicih bînin, pêwîstî bi tevlîbûna çalak a ji bo kampanyayê heye.
JI BO BEXŞ:
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
BANK: Kreissparkasse Koln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Armanca Alîkariyê: Rojava
PayPal: https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS.”