NÛ BÛ II

Dewleta Tirk bi balafiran êriş bir ser gelê li Bendava Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişeke giran bir ser gelê li Bendava Tişrînê. Li gorî agahiyan şehîdek û 10 birîndar hene.

Di van kêliyan balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li girseya gel a li Bendava Tişrînê barand ku ji bo parastina bendavê çalakiya nobedê dike.

Li gorî agahiyên destpêkê şehîdek û 10 birîndar hene.

Tê gotin, di nava birîndaran de 4 rojnamevan jî hene.

Piştî êrişa destpêkê bi çend deqeyan, balafirên şer ên dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Bendava Tişrînê barandin.

Rojnamevan Dilovan Asmîn li cihê êrişê bûyer ragihand.