Li gorî raporê piştî kêmbûna hilberînê ya piştî karesata nukleerî ya Fukuşimayê ya di sala 2011’an de bi pêşengtîkirina Çînê ji holê radibe.
Li seranserê cîhanê niviya 52 reaktorên ku niha tên avakirin, ji aliyê Çînê ve tên çêkirin. Li gorî rapora berbehs ji sala 2023’yan pê ve li seranserê cîhanê 410 reaktor aktîf in û roj bi roj hejmara wan zêde dibe.
PAŞKETINA EWPORA Û DYE’YÊ
Di salên 1990’î de para Ewropayê ya di hilberîna ceyrana ji enerjiya nukleerî tên bidestxistin, ji sedî 35’an daketiye ji sedî 25’an û tê payîn ku di deh salên pêşiya me de ev rêje dakeve ji sedî 15’an. Têkildarî vê mijarê Li DYE’yê jî daketinek heye. Dîrektorê Îcrayê yê IEA’yê Fatîh Bîrol diyar kir ku proje bi zêdebûna lêçûnan û derengmayînan re rû bi rû ne.
PIRSGIRÊKA PEYDAKIRINÊ
Li gorî raporê dibe ku reaktorên moduler ên biçûk (SMR) di sektora enerjiyê de serdemeke nû bidin destpêkirin. Lê belê sektor, têkildarî zincîra peydakirinê ya zêdebûyî bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Tê diyarkirin ku ji sedî 40’î kapasiteya sektorê di destê Rûsyayê de û di vê mijarê de xwedî serweriyeke cidî ye. Zêdetirî ji sedî 99’ê kapasiteya dewlemendkirinê a niha di destê 4 şîrketan de ye.
Navên wan şîrketan û kapasiteya wan wisa ne: Şîrketa Nukleer ya Navneteweyî ya Çînê (CNNC, %15), Rûs Rosatom (%40), Urenco (Konsorsîyûmeke Îngilîz, Elman û Hollandîyan e, %33) û Fransiz Orano (%12).
Tê îdîakirin ku enerjiya nukleerî ji sala 1971’an heya niha li ber belavbûna 72 gîgaton karbonê girtiye û di derbasbûna enerjiya paqij de xwedî roleke mezin e.