Ji CDK-F'ê bang: Bi lez dakevin qadan
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê CDK-F banga çalakiyên lezgîn kir.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê CDK-F banga çalakiyên lezgîn kir.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyekê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Tişrînê û sîvîlan banga çalakiyên lezgîn kir.
Li ser navê CDK-F'ê Hevserok Şahîn Polat got, "Dema sekinandina belafirên şer ên Erdogan hatiye û derbas jî dibe. Wekî duh, îro jî bendava Tişrînê li hemberî sîvîlan bi belafirên NATO'yê êrîşên xwe yên hovane didomîne. Her keliyê ku derbas dibe windahiya sîvîlan zêdetir dibe."
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin, "Li pêş çavên cihanê bi zanabûn Erdoganê ku komkujiya sîvîlan pêk tîne, bi israr belafirên NATO'yê re qetilkirina sîvîlên Kurd didomîne. Em CDK-F vê yekê teqez qebûl nakin. Bi wesîleyê wekî her derê Ewrûpayê, pêwîste qadên xwe li dijî van sucên şer dagirin, dengê xwe bilind bikin û ji bo komkujiyên Erdogan bidin sekinandin pêwîste her tiştî bikin. Banga me ji pêkhateyên me yê Fransayê re, ji dostên me, hevalên me û gelê me yê welatparêz re ye. Bêyî ku dem were wendakirin, pêwîste herkes li cihê ku lê ye ji bo van komkujiyan bide sekinandin derkeve qadan."