3 kesên ku desteserkirina vînê şermezar kirin hatin girtin

Ji 14 kesên ku di çalakiyên şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Akdenîzê de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.

Li taxa Yenîpazarê ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê 14 kesên ku ji ber desteserkirina Şaredariya Akdenîzê şermezar kirin ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin. 14 binçavkiriyên ku piştî karên li midûriyeta polîsan qediya sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya “Tevî ku endamê rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê çalakî û xwepêşandan li dar xistine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin.

Dageriyê bi îdiaya “Tevî ku endamê rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê çalakî û xwepêşandan li dar xistine” derbarê  A.D. (19) R.A. (18)  ve Y.T. biryara girtinê da û 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.