Eşîra Cibûrî: Serketina PKK'ê serketina herêmê ye

Serokê Meclîsa Eşîra Cîbûrê Fewaz Zûba El Mîrhem bi bîr xist, ku yekane hêza li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibe PKK ye û got, "Berxwedana PKK'ê me hemûyan diparêze. Serketina PKK'ê serketina me ye, serketina herêmê ye."

Eşîra Cîbûrê li Sûriyeyê 1.5 milyon endam, li Iraqê 8.5 milyon endam, li Yemenê 400 hezar endam, li Urdunê 500 hezar endam, li Erebistana Siûdî 850 hezar endam, li Bahreynê jî 150 hezar endam bi giştî 12 milyon endamên xwe hene. Ji Dêra Zorê heta bi sînorê Iraqê (Reqa, Hesekê, Şedadê, Hol, Til Berak û Qamişloyê) endamên xwe niştecih in, lewma yek ji eşîrên herî mezin ên Ereb e.

Serokê Meclîsa Eşîra Cîbûrî Fewaz Zûba El Mîrhem ji ANF'ê re qala êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Fewaz Zûba El Mîrhem anî ziman ku êrişên têne kirin nû nîne û got, "Em li dijî vê rewşê ne. Em ne dijberê gelê Tirk in, di navbera me û wan de pirsgirêk nîne. Em li dijî hikumeta Tirk in û yên neheqiyê dikin. Xaka me dagir dikin. Xaka mirovên bêguneh dagir dikin. Ev hemû jî bi serkêşiya Erdogan têne kirin."

'PKK RÊXISTINEKE BERXWEDANÊ YE'

Fewaz Zûba El Mîrhem destnîşan kir ku ew sûcdarên li PKK'ê têne kirin qebûl nakin û wiha dewam kir, "PKK rêxistineke berxwedanê ye. Xaka xwe diparêze û li ber xwe dide. Li dijî rêxistina herî metirsîdar a cîhanê li dijî DAÎŞ'ê me li gel hev şer kir û têk bir. Me xaka xwe rizgar kir. Dewleta Tirk a ji vê yekê aciz e, ji bo tolê hilîne yekser dest bi êrişên ji bo dagirkirinê kir. Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Li ser Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê rojane bombardûman tê kirin. Bi balafirên bêmirov ên biçek êriş têne kirin. Bi êrişa li ser sivîlan dixwazin koçberiyê bidin destpêkirin, van herêman vala bikin û dagir bikin."

'BI DAGIRKERAN RE TEVNEGERIN'

Fewaz Zûba anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirker in, mixabin piraniya van çeteyan jî ji Sûriyeyê ne, lê li dijî gelê Sûriyeyê şer dikin û got, "Hûn li dijî gelê xwe û xaka xwe têne şerkirin. Dest ji vê berdin."

'ÊRIŞÎ PROJEYA DEMOKRATÎK DIKIN'

Fewaz Zûba El Mîrhem diyar kir ku ew di bin sîwana projeya demokratîk a bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dijîn, xaka xwe û gelê xwe bi rê ve dibin û got, "Ji bo vê projeyê têk bibin êrişên giran dikin, dorpêç dikin. Mînak, êrişa li ser girtîgeha li Hesekê komployeke êrişê bû ku xwestin projeya demokratîk belav bikin û xwe bigihînin heta Mûsilê. Ev plan bi hevkariya gel û hêzên ewlekariyê hate têkbirin. Dewleta Tirk ku ji vê yekê aciz bû êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek zêde kir."

'EM Ê JI DAGIRKERAN RE NEHÊLIN'

Fewaz Zûba El Mîrhem ragihand, ku dewleta Tirk bi gotina 'ev der xaka min e' êrişî Iraqê dike, dixwaze li herêmên dagir kiriye mayinde bibe û got, "Me ji bo vê xakê berdêlên giran dan. Xaka ku me bi berdêlên giran rizgar kirin em ê ji dagirkeran re nehêlin. Eger em dest ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdin, hingî em ê dest ji Iraqê jî berdin. Bila pêkhateyên liherêmê hemû zanibin ku ev xak a me ye û wê ya me bimîne. Çima Iraq nabêje ku divê dewleta Tirk ji xaka wan derkeve?"

'SERKETINA PKK'Ê SERKETINA HERÊMÊ YE'

Serokê Meclîsa Eşîra Cîbûrê Fewaz Zûba El Mîrhem destnîşan kir ku yekane hêza li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide PKK ye û got, "Ev berxwedana PKK'ê me hemûyan diparêze. Serketina PKK'ê serketina me ye, serketina temamiya herêmê ye. Hebûna me girêdayî hev e. Ji vê derê ji gerîlayên PKK'ê re dibêjim; em bi dil û can bi we re ne. Têkoşîna we bi hurmetî silav dikin."