BI DÎMEN

'Em ê li ser xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin'

Şêniyên Qamişloyê ji bo bîranîna Şehîd Sara û Bîşeng meşiyan û diyar kirin ku ew ê ti carî serî li ber dijmin netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Ji bo bîranîna Şehîd Sara Hogirî û Şehîd Bîşeng Birûsk, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo derketin qadan. Meş ji Çarxerêya Rojhilat bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” destpê kir û ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişloyê dewam kir. Beşdarên meşê ji ANF'ê re axivîn.

‘GELÊ KURD HELWESTEKE BI RÛMET NÎŞAN DIDE’

Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişloyê Sîham Silêman da zanîn ku çiqas êrîş li ser wan werin kirin ew ê tu car bin nekevin û wiha pê de çû: “Meşa ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger hatiye lidarxistin bi armanca ku gelê Kurd helwesta xwe ya bi rûmet ji hemû cîhanê re bide xuyakirin.”

GELÊ KURD XWEDÎ ÎRADE YE

Sîham wiha di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ê heta dawiyê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û çalakiyên xwe wê bidomînin. Em ê li qadan bin, li meşan bin. Li her derê têbikoşin, ji ber ku em gelekî xwedî îrade û israr in. Bila her kes nas bike ku em tu car têk naçin û em ê her hebin.”

'EM Ê XWEDÎ LI FELSEFEYA RÊBERÊ XWE DERKEVIN'

Sîham bal kişand bêdengiya Rexistinên Mafê Mirovan û axaftina xwe wiha domand: “Em dengê xwe digihînin hemû Rêxistinên Mafê Mirovan ên navdewletî ku bi erkê xwe rabin. Ji ber ku gelê Kurd daxwaza aştiyê dike ne daxwaza şer û xwînrijandinê dike. Lê dema ku êrîş li ser me werin kirin wê demê em ê parastina xaka xwe bikin, xwedî li xwîna şehîd û fikir û felsefeya Rêberê xwe derkevin.” 

GELÊ KURD TI CARÎ TÊK NAÇE

Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişlo Elî Umer bal kişand li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nav gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Di rêya firkir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan de gelê Kurd gihiştîne vê asta bilind a berxwedanê. Lê dewleta Tirk a dagirker tim êrîşan li ser gelê Kurd zêde dike da ku ev berxwedanî bişke lê bila tu car nehizire ku em bin bikevin.”

BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ

Elî wiha di li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker got: “Piştî Şoreşa Rojava gelek destketî hatin bi dest xistin. Bi taybet dema ku Rêveberiya Xweser hat avakirin û Hevpeymana Civakî jî hat li darxistin, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser herêmên me zêdetir dike lê mixabin ev her tiştên ku tên kirin jî li ber çavên hemû Rêxistinên Mafê Mirovan û dewletên navnetewî tê dîtin û xwe bêdeng kirine.”

BERXWEDAN DEWAM DIKE 

Elî wiha axaftina xwe dewam kir û got: "Em bi navê hemû gelê Kurd diaxifin, derdikevin qadan û dibêjin em van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Bi taybet du hevalên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin şehîd xistin Şehîd Sara û Şehîd Pîşeng ku kedek wan pir mezin di şoreşa Rojava de heye. Bi dehan salan li hemberî çeteyên DAIŞ’ şer kirine. Di dawiyê de em soz didin ku li ser xeta şehîdên xwe berxwedanê berdewam bikin."