BI DÎMEN

‘Em ê bi her awayî berxwedanê bidomînin’

Welatiyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ew ê bi her awayî berxwedaniya xwe bidomînin û rê li ber dagirkeriyê bigrin.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku zirareke mezin gihişt binesaziyên ku gel debara jiyana xwe pê dikir.

Welatiyên bajarê Qamişloyê Suzan Mihemed Etunû û Şemsa Ehmed Feyad têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivîn û wiha gotin: “Em dest ji welatê xwe bernadin, em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘BI ÊRÎŞAN RE JIYAN ZEHMET BÛ’

Suzan Mihemed Etunû wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez ji bajarê Efrînê me, di malê de em 7 kes in sê zarokên min hene. Piştî şerê Efrînê me berê xwe da bajarê Qamişlo, rastî rewşa me ya aborî berî şerê Efrînê pir baş bû. Her wiha piştî ku em hatin bajarê Qamişlo jî rewşa me ne xerab bû, lê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa me ya aborî pir lawaz bû. Him ji aliyê sotemenî, gaz û avê û him jî aliyê debara jiyanê ve em zehmetî dikişînin.”

‘SOTEMENÎ BUHA BÛ’

Suzan diyar kir ku piştî êrîşan buhabûn zêde bû û wiha pêde çû: “Depoya gazê berî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi 15 hezarên Suriyeyê bû, lê niha depoya gazê hatiye bi 160 hezarên Suriyeyê. Ez yek ji malbatek xizanim nikarim depoya gazê bi vê nirxî bikirim. Her wiha sobeyên xwe di rojê de carek tenê pê dixim, ji ber kêmaniya mazotê ji ber wê jî zarokên min di sermayê de dimînin. Di heman demê de kehrebe jî tuneye em nikarin tu karî bikin. Timî di tarîtiyê de ne. Ev êrîş jî bandoriyek mezin li ser xwendin û dibistana zarokên me kir.”

‘BERXWEDANIYA ME MEZIN DIBE’

Sûzan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker çiqas êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bike ewqas berxwedana wan zêde dibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê berdewam bikin heya dilopek xwîn di laşê me de heye. Têkoşîna me wê dewam bike û tu carî îradeya me têk naçe. Eger dagirkeriya Tirk stasyonên sereke yên jiyanê dike hedef, dihizire ku em ê jî têk herin lê nizane ku her û her berxwedaniya me mezin dibe.”

‘EM LI SER TIFIKÊ XWARIN ÇÊDIKIN’

 

Şemsa Ehmed Feyad jî bal kişand êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bandoriyên wê li ser debara jiyanê û wiha domand: “Em ji bajarê Qamişlo ne. Em çar kes di mal de ne. Hevjînê min ev çend sal in wefat kiriye, kurekî min jî bi çavên xwe nabîne û nikare tu karî bike. Ez û kurê xwe yê din diçin naylonê didin hev heta ku em debara jiyana xwe pê dikin. Rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoriyek mezin li ser me da avakirin ku em nema dikarin debara jiyana xwe bikin. Em li ser tifikê xwarin û çaya xwe çêdikin ji ber ku piştî êrîşan depoya gazê buha bûye. Malbata min nikare depoya gazê bi nirxê 160 hezarê Sûriyeyê bikire. Dema dewleta Tirk a dagirker êrîş kir, li derdora mala me jî bombe bariyan. Ev jî li ser me bandorek neynî çêkir.”

PEYDAKIRINA AV Û SOTEMENIYÊ ZEHMET BÛYE

Şemsa li ser kêm peydakirina avê û sotemeniyê wiha got: “Ava me jî tune ye. Ji bo peyda kirina avê berê me jenerator pêdixist lê niha ji ber kêmaniya sotemeniyê jenerator jî nema tên pêxistin. Hin bi hin ji ava bîran jî tê qutkirin. Rastî jî rewşa me bi awayek pir mezin hat guhertin.”

‘ÊRÎŞ NIKARE ÎRADEYA ME BIŞKÎNE’

Şemsa destnîşan kir ku ew tu caran welatê xwe bernadin û got: “Çiqas êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbin ewqasî kîn û nefreta me li hember wî zêde dibe. Ji ber wê jî bi her awayî em ê jiyana xwe bidomînin. Bi netewên xwe yên cuda wek Ermen, Suryan, Ereb, Çerkes û Kurdan em ê bi ser bikevin û tu carî rê nadin dagirkeriyan ku welatiyên me ji xaka wan koçber bikin. Têkoşîna me berdewame heta dawiyê.”