Efrîn: Em ne ‘meclîsa xayîna’ û ne çeteyên siyasî nas dikin!

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa nerazîbûn nîşanî ‘Meclîsa Xayîna’ a ji 20 kesan ku îro dagirkeriya Tirk ji bo Efrînê avakirî da û got: “Ti ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.”

Piştî êrîşa dewleta Tirk a li gel çeteyên El Qaîde, DAIŞ û El Nûsya ya 20’ê Çileyê dayî despêkirin û şûnde artêşa Tirk ragihand ku îro ‘Rêveberiyeke herêmî’ avakiriye.

Pêkhatiya ku beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve hatibû avakirin û ji aliyê welatiyên Efrînê ve weke ‘Meclîsa Xayînan’ hatibû rojevê û pênasekirin. Hevserok Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa nerazîbûn nîşanî vê meclîsê da.

Dr. Osman Şêx Îsa yê têkildarî meclîsa dewleta Tirk ji 20 kesan avakirî got: “Ji bo me ti ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.” Şêx Îsa anî ziman ku gelê Efrînê meclîsa mijara gotinê qet erê nakin û heta çeteyên li peywan bişkîne wê têkoşînê bike.

Şêx Îsa wiha got: “Ji xwe rêveberiyên rewa û meşrû yên Efrînê hene û bi gel re ne. Em vê meclîsê red dikin. Ji ber ku hevalbendên dagirkerên Efrînê ne. Li gel çeteyên Efrînê bombe dikin in. Ev kesane destekê didin çeteyên gelê Efrînê qetil dikirine. Em wan weke nûnerên gelên Efrînê nabînin. Tu kes jî wisa nabîne.”

Dr. Osman Şêx Îsa got: “Tu cihê wan çetan li Efîrnê nîne. Çi dibe leşker, çi siyasî , çi dîplomasî cih wan çetan li Efrînê nîne. Di nava wan de ti ferq nîne. Yên ku qirkirina Kurdan erê kirin, ên ew erê kirin nabin nûnerên vî gelî. Ew rêveberên sîxûriya Tirk in. Yên ku bi dolarên Tirkiyeyê hatine kirînin. Kesên ku gel firotine dolaran in. Heta ku ew çete û dewleta Tirk ji Efrînê bên derxistin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hem di hundir û hem jî ji derve de ji bo van çetan û xwediyê wan der bixin, em ê li her qadê li gel gelê xwe têkoşînê bikin.”

Îro ji aliyê ajansa fermî ya rejîma Tirk ve hate ragihandin ku meclîseke dagirkeriyê ya ji 20 kesan hatiye avakirin. Li gorî nûçeya hatî parvekirin “11 jê Kurd, 8 Ereb, 1 Tirkmen” bi giştî meclîseke ji 20 kesan di bin serokatiya Zuheyîr Haydar ê çete ve hatiye avakirin

Zuheyr Haydar ê ji ajansa Tirk re axivî anî ziman ku ‘meclîsa’ hatî avakirin di bin sêwana Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfa Sûriyeyê ve hatiye avakirin û wê girêdayî meclîsa herêmî ya Helebê ve girêdayî be.