Du sal ji ser rizgarkirina Minbicê re derbas bû -1

Di ser rizgarkirina Minbicê ji DAÎŞ'ê 2 sal derbas bûn. Hîn jî êş û birînên wê didome yên ku ji ber hovîtiya DAÎŞ'ê li bajêr û şêniyên wê der bûne.

Du roj in em li vî bajarî ne. Bi sedan malbatên ku DAÎŞ'ê felaket bi serê wan ve aniye, me kir û nekir kesî nexwest biaxive. Ew gotinên wê dayikê ku kurê wê li ber çavên wê ser jê kirine, ji bîra min naçe. Wiha digot: "Hûn çima dixwazin careke din vê birîna min vekin?"

Minbic bajarekî wisa ye ku serî li ber DAÎŞ'ê netewand. Gelek êşkence li şêniyên wê hate kirin. Her kesî ew dîmenê dema hate rizgarkirin dîtin ku gelê bajêr ew tarîtî û rengê reş çawa ji ser xwe avêtiye. Ew ji bîr nabe. 
Xelkê Minbicê tenê dikare wê hestê bijî û bîne ziman. Lewma wê rojê weke rojeke dîrokî dibînin.Minbic bajarekî ne gelekî mezin e , lê qelebelixiya di nav bajêr de gelekî zêde ye. Em di kolanan re dimeşin lê ev xelk hemû çi karî dike? Çawa debara xwe dikin? Sîstema wan rêxistinî çawa ye? Ewqas liv û tevger çima li vî bajarî biçûk heye? Ev hemû pirs bi kesên ku tên Minbicê re çêdibin.

Minbic ji aliyê Meclîsa Sivîl a Minbice ve tê rêvebirin ku ew jî di nav xwe de li gorî pêdiviyên civakê gelek komîte ava kirine. Wekî komîteya tendirûstî, perwerdehî, jin, ciwan, aborî, edalet, çand, çandinî, ragihandin û her wekî din.

Dema em çûn rêveberiya bajêr li wir jî wek kolanên Minbice qelebalixî hebû. Ji bo debara xelkê û karê wan bi lez were meşandin komîteyek hatiye avakirin.

Faroq Maşî Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbice ji ANF re axifî û got, “Tevî ev du sal in û karê me jî li ber çavan e, ewqas komîte hatine avakirin lê dîsa jî em dibêjin me tiştek nekiriye. Ji ber bi rojan e em di nav hewldanan de ne ku hîn bêhtir gazinc û pêdiviyên gel çareser bikin."

Minbic di aliyekî din de jî dewlemend e, ji ber ku li wê derê gelên Ereb, Kurd, Çerkes û Tirkmen lê dijîn. Ji bilî vê, civaka xwe jî xwedî êl in ku bi dehan êl tê de hene.  Her êlek jî taybetmendiyên xwe yên cuda hene. Lewma jî kesên tên Minbicê ji vî bajarî hez dikin.