Du sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûn -2

Minbic weke herêmeke serbixwe ji aliyê Meclîsa Sivîl a Minbice ve tê birêvebirin û ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin.

Piştî ku dewleta Tirk Cerablûs û Bab dagir kir, timî gef li Minbicê xwar. Me rewşa leşkerî û ewlekariyê ya Minbicê ji Serokê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Abû Adil pirsîn. Adil got, "Rewşa Minbicê niha aram e. Ji xwe em ji parastina bajêr re her tim amade ne. Lê dîsa jî dewleta Tirk naxwaze ev bajar aram bibe. Hucreyên xwe yên razayî dixe nava liv û tevgerê û carna teqînan li nava bajêr dike. Me gelek ji wan girtine û em di nava lêkolînê de ne ku bajar ji wan hucreyan paqij bikin."

PERWERDE

Gelê Minbicê ji berê ve girîngî dide xwendinê, lê belê ji ber dagirkeriya DAÎŞ'ê sê salan xwendin li bajêr rawestiyabû. Piştî rizgarkirinê dibistan careke din hatin vekirin. Niha jî komîteya perwerdeyê bi vî karî radibe.

Buseyna Huseyîn hevseroka komîteyê ye. Ji me re got, "125 hezar xwendekar diçin dibistanê. Kadroyên perwerdeyê jî 4500 mamoste ne."

Buseyîna diyar kir ku gelê Minbice, bi taybetî jî yên gundan pir bi komîteya perwerdeyê re dibin alîkar û got: "Bi sedema şer û DAÎŞ'ê hemû pêdiviyên dibistanan dizî bûn me pêşî zehmetî kişand heta dibistanê hatin rûxandin sererast kirin. Lê şêniyên gundan malên xwe didan ji bo dibistan bi lez li gund vebe. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku ev gel xwedî li xwendinê derdikeve."

JINÊN MINBICÊ

Gelê Minbicê gelekî ji destê DAÎŞ'ê kişand. Gelek mirov hatin kuştin, bi sedan malbat ji hev ketin û koçberiyeke zêde çêbû. Bandora herî zêde jî li jinan bû.

Li Minbicê mala jinê heye. Me jî serdana wir kir. Derdora deh jin lê bûn. Me ji wan pirsî ji bo çi hatine vir û hemûyan gotin ku ji ber şer û hişmendiya DAÎŞ'ê ku zêdeyî sê sal ev bajar û civak kiribû êsîr.

Îman Hemdoş rêveberiya mala jinê dike. Ji me re got, rojane ew bi dehan pirsgirêkên malbatan çareser dikin û dibin alîkar.

Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku Minbic bajarekî bi xwe xwe rê ve dibe û di nava hewldanên ku ev bajar bibe nimûneya hemû bajarên Sûriyeyê bi hemû pêkhatiyên xwe bi aramî lê bijîn.